Nobedarên vê hefteyê endamên FEDA'yê ne

Nobedarên vê hefteyê yên çalakiya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê endamên FEDA'yê ne.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê didome. Endamên Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) çalakgerên vê hefteyê ne. Jînda Denîz, Derya Tosûn, Şahîn Polat û Mûstafa Aslan tevlî çalakiyê bûn.

Şahîn Polat bi navê çalakgeran axivî û diyar kir, ji bo çalakiya wan bi ser bikeve ku di hefteya 375'an de ye, divê gelên li Ewropayê li her devera ku lê ne çalakiyan bikin.

Polat destnîşan kir, divê Elewî li dijî konsepta înkar û tinekirinê raweste û got, zîhniyeteke ku bi tecrîdkirina rêberê têkoşîna azadiyê ya Kurd şer ferz dike, wê heman tiştî li Elewiyan jî ferz bike. Polat diyar kir, ku înkar û tinekirin ne tenê li Kurdan an jî Elewiyan tê ferzkirin û destnîşan kir, li dijî hemû gelên herêmê ye.

Polat ji Elewiyan re got, "Ev zîhniyeta ku îradeya bi milyonan mirovî ji nedîtî ve tê divê bê guhertin. Li ku deverê dibin bila bibin divê can hemû bikevin bin barê vê têkoşînê."

Her wiha destnîşan kir ku divê her kes li dijî darbeya qeyûm a li dijî gelê Kurda raweste.