Li Wanê çalakiya rûniştinê ya parlementerên HDP’ê didome
Li Wanê piştî êrîşa li dijî meşê, parlementerên HDP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakî hê jî didome.
Li Wanê piştî êrîşa li dijî meşê, parlementerên HDP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakî hê jî didome.
Li Wanê desteserkirina îradeya gel, bi çalakiyan tê protestokirin.
Îro parlementerên HDP’ê jî di nav de girseyê çalakiyek li dar xist. Polîsan êrîşî çalakiyê kirin û gelek kes destgîr kirin.
Piştî vê rewşê parlementerên HDP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Endamên HDP’ê diyar kirin heta ku kesên hatine destgîrkirin, serbest neyên berdan, ew ê çalakiya xwe bi dawî nekin.