Li Wanê polîsan êrîşî wekîlên HDP’yî kirin-NÛ BÛ

Li Wanê bi beşdarbûna wekîlên HDP’ê girseya gel dagirkeriya qeyûman protesto kirin. Polîsan êrîşî girseya gel û wekîlên HDP’ê kirin.

Li Wanê berxwedana li dijî dagirkeriya qeyûman di roja 7’an de didome.

HDP’yiyan xwestin ji avahiya partiyê heta Cadeya Maraşê meşekê lidarbixin lê polîsên Tirk êrîş kir.

Di êrîşê de koma ku wekîlên HDP’ê jî di nav de hatin derbkirin. Polîsên Tirk ji nêz ve bi gaza îsotê êrîş kir û gelek kes destgîr kirin.

Polîsan dor li wekîlan girt. Di nava kesên hatine destgîrkirin şêwirmendê wekîlê HDP’ê Mûrat Sarisaç Îbrahîm Genç, Hasan Guven, Seyît Kiliç, Serokê EMEP yê bajêr û endamê Meclîsa şaredariya Rêya Armûşê Hayrettîn û kesekî li ser rê dema dimeşiya jî di nav de herî kêm 7 kes hatin destgîrkirin.

Polîsan rojnamegeran asteng dike û destûr nade nêzî çalakgeran bibin. Piştî dorpêça polîsan wekîlan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.