Li Stenbolê parlamenterên HDP’ê dagirkeriya qeyûman protesto kir
Li Stenbolê HDP’iyan bi lêdana fîtikan dagirkeriya qeyûman protestok kir.
Li Stenbolê HDP’iyan bi lêdana fîtikan dagirkeriya qeyûman protestok kir.
Li Stenbolê polîsan destûr neda çalakiya deng derxistinê ya li ser banga Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Stenbolê ku wê li Odakûle ya Taksimê bihate lidarxistin, were lidarxistin. Parlamenterên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Zuleyha Gulum bi lêdana fîtikan pêkanînên keyfî protestokirin û li dijî kuştinên jinan peyama têkoşînê dan.
Polîsan destûr neda HDP’yî li Odakûle ya Taksimê çalakî bikin. Beriya çalakiyê polîsan Odakule û derdora wê dorpêç kirin. Parlmenterên HDP’ê Zuleyha Gulum û Dîlan Dîrayet Taşdemîr pêkanîn keyfî yên polîsan bi lêdana fîtikan protesto kir û polîsan nehiştin xebatkarên çapemeniyê dîmenan bigrin.
Di nava dorpêça polîsan de parlmenteran fîtik lêdan û li dijî kuştinên jinan peyama têkoşînê dan.