Li Duseldorfê 20 hezar kes li dijî qanûnê polîsan meşiyan

Li ser xistina meryetê ya ‘Qanûna Polîsan a Nû’ ya li NRW’ê, li Dusseldorfê bi tevlîbûna 20 hezar kesî meşeke protestoyê hate kirin. Di axaftinên meşê de hatin kirin, êrîşên li ser demokrasî, derdorên çep û Kurdan hate rexnekirin.

Li ser xistina meryetaê ya ‘Qanûna Polîsan a Nû’ ya li eyaleta NRW’ê ya li eyaleta Bavyera ya Elmanyayê, li ser banga 300 saziyan û bi tevlîbûna 20 hezar kesî bi meşeke girseyî hate protestokirin.

Îro li bajarê Dusseldorf li ser banga Dîe Linke û NAV-DEM jî di nav de derdorî 300 partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, tevgerên ciwan û jinan li dijî ‘Qanûna Polîsna a Nû’ meşiyan.

Di meşê de dîmenên renga reng derketin holê li dijî polîsan dirûşim hatin qîrikirin. Di meşêa qedexeya ala PKK’ê jî hate şermezarkirin ji pêşiya HBF Dusseldorfê destpê kir. Piştî meşa heta pêşiya avhiya Parlemetoya NRW’ê dom kir de mîtîngek hate lidarxistin.

Meşa di çarçoveya eyeleta NRW’ê de pêk hat, her kom, rêxistinên ciwanan, partiyên siyasî, tevgerên çep ên Tirkiyeyî, Ciwanên Azadî, NAV-DEM i sedan rêxistin û partî bi al û flamayên xwe tevlî meşê bûn. Di dirûşimên hatin qîrkirin û pankartên hatin vekirin de peyama hêrsa li dijî ‘Qanûna Polîsan a Nû’ bû.

PEYAMÊN PIŞTGIRIYÊ YÊN BI ROJAVA RE

Parlemetera Federal a Dîe Lînke Ûla Jelpke ya di meşê de axivî, rexne li polîtîkayên hikûmeta Merkel kir û diyar kir ku qanûna nû sînorên azadiyê teng dike û Elmanya ber bi dewleta polîsiyê ve diçe. Jelpke polîtîkayên Elman a li hemberî Kurdan jî rexne kir û got: “Elmanya bi taybet di êrîşa li ser Efrînê de di warê çek de alîkariyek cidî da Tirkiyeeyê. Diêv Elmanya têkiliyên xwe yên bazirganiyê bi Tirkiyeyê re qût bike.”

Hevseroka NAV-DEM’ê Ayten Kaplan jî axivî û qanûna polîsan rexne kir û got: “Êrîşên li ser me tê kirin di çarçoveya têkiliyên bi dewleta Tirkiyeyê re ne. Divê ev êrîş bi dawî bibin.”

Di axaftinên gelek rêxistin û nûnerên saziyan de hatin kirin, bi zimanekî tund, qanûna nû ya polîsan a dewleta Elmaya derxistî rexne kirin, peyamên piştgiriyê yên bi Rojava, YPG, YPJ’ê re dan.