Kurdên li Ewropayê ji bo Ocalan û Efrînê li ser piya ne
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn û dostên wan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hember êrîşên li hember Efrînê çalakiyên cûr be cûr li dar dixin.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn û dostên wan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hember êrîşên li hember Efrînê çalakiyên cûr be cûr li dar dixin.
Kurdistaniyên li Swêdê dijîn û dostên wan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hember êrîşên li hember Efrînê dest bi meşeke dirêj kirin.
Meşa dirêj a li Swêdê li peytexta wê Stockholmê destpê kir. Jinên Kurd portrekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya meşê hilgirtin û ciwanên Kurd ên li pey wan dimeşin pankarteke bi nivîsa “Ji Ocalan re azadî, ji gelê Kurd re statu, şerê Efrînê bidin sekinandin” hilgirtin.
Meşvan îro ji navenda Stockholmê heta semta Slussen meşiyan û sibe wê meşa xwe bidomînin.
SURYANÎ: ÊRÎŞA LI HEMBER EFRÎNÊ LI DİJÎ HEMÛ GELÊN BINDEST E
Di meşê de Asurî-Suryanî û mirovên ji netewên din jî cih digrin. Ji Partiya Azad a Mezepotamyayê Yaşar Kuçukaslan ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Efrîn bi nêrînên birêz Ocalan hatiye bipêşxistin û bûye xwedî pergalek. Ev pergal ji tevahiya cîhanê re mînak e. Hemû gel, ziman û bawerî bi awayekii aştîyane lê dijîn û bihevre birêve dibin. Ha ji ber vê sedemê dewleta Tirk Efrînê ji bo hebûna xwe weke xeterî dibîne.”
Yaşar Kuçukaslan herwiha diyar kir ku ew êrişên li hember Efrînê li dijî gelê Asûrî-Suryanî dibînin û banga rawestandina êrîşan û azadiya Ocalan kir.
AZADIYA OCALAN AZADIYA GELÊN BINDEST E
Xidir Ercan ê ji sed kîlometreyan hat û beşdarî meşê bû jî diyar kir ku azadiya Ocalan azadiya gelên bindest e û got: “Em aşitiyê dixwazin û yekan serokê dikare vê bike birêz Ocalan e. Ji bo aşitî pêk bê û şer bi dawî bibe divê Ocalan serbest bê berdan.”