Li Swîsreyê bi hezaran gotin; dagirkirina Efrînê rawestînin
Gelên ji beşên cuda yên li pêşiya Parlemetoya Federal a Swîsreyê kom bûn,bang li hêzên navneteweyî kirin ku li dijî êrîşên dagirkirina dewleta Tirk a li Efrînê bikevin nava tevgerê.
Gelên ji beşên cuda yên li pêşiya Parlemetoya Federal a Swîsreyê kom bûn,bang li hêzên navneteweyî kirin ku li dijî êrîşên dagirkirina dewleta Tirk a li Efrînê bikevin nava tevgerê.
Li pêşiya Parlamentoya Federal a Swîsre ji beş û gelên cuda hezaran kes li hev civiyan. Bang li hêzên navnetewî kirin ku êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li hember Efrînê bidin sekinandin.
Li mitînga li vir pêk hat wekîlê Swîsrî got “qetliyamên Erdogan dike bidin sekinandin” û bang li NY’î kir ku erka xwe pêk bînin.
Li pêşiya Parlamentoya Federal a Swîsre bi pêşengiya Platforma Berxwedana Efrînê mitîng hate lidarxistin. Ji beş û gelên cuda bi hezaran kes li hev civiyan. Girseyên di mitîngê de hewldana dagirkeriya dewleta Tirk a li hember Efrînê hate protestokirin û berxwedana Efrînê silav kir. Hevserokê Pariya Kesakan a Swissreyê Regula Ryty, wekîlên Partiya Sosyalîst a Kantona Baselê Mustafa Ataci, Brigitte Hollinger û nunerên rêxistinên Swîsrê, Tirkiyeyî û Kurdistanî jî tevlî çalakiyê bûn.
Di mittîngê de pankartên bi nivîsên „bijî berxwedana Efrînê“, „Erdoganê kujer“ û alên YPG, YPJ û PKK‘ê hatin hilgirtin û beşdaran bi diruşmeyan berxwedana Efrînê silav kirin, êrîşên li hember Efrînê şermezar kirin.
BERXWEDANA PPK Û YPG’Ê HAT SİLAVKİRİN
Berî mitîng destpê bike bi sedan swîsriyên anarşîst û endamên komên çep-sosyalîst li gara trênê ya Navend Bernê li hev kom bûm. Ji bo ku ciwanên Swîsrî balê bikşînin ser berxwedana Efrînê li gara trênê pankartên bi nivîsên ku berxwedana PKK, YPG û YPJ’ê silav dikin, daleqandin. Ciwan piştre ji wir ji heta qada mitîngê meşiyan.
HEVSEROKÊ KESKAN: TIRK HIQÛQA NAVNETEWEYÎ TINE DIHESIBÎNE
Piştî koç û şûnde Hevserokê Partiya Keskan Parlemeter Parlemetoya Federal Regûla Rytz bi zimaneke tund êrîşên dagirkirinê ya dewleta Tirk şermezar kir û li dijî hewldana dagirkeriyê banga tevgerkirinê li hêzên navneteweyî kir. Dewleta Tirk bi êrîşkirina ser Efrînê re hiqûqa navneteweyî binpê dike ya ku Rytz got û wiha pêde çû: “Li hember qetilkirina Kurdan bêdengî nayê qebûlkirin. Dewleta Tirk ji bêdengiya hêzên navneteweyî hêz digire ji bo wê êrîşî Kurdan dike.
‘KURD, BI ÇEKÊN KÊ TÊN QETILKIRIN?’
Hê jî alav û amûrên şer ên firotina Elmanya û Swîsre ya ji bo dewleta Tirk nayê qebûlkirin Rytz a bi van gotinan nerazîbûn nîşan da got: “Ez vê pirs dikim, Kurd bi çekên kê tên qetilkirin. Ez ji pêşiya parlemetoyê bang li Konseya Federal a Swîsre dikim, divê li dijî dewleta Tirk helwestên xwe zelal bikin û firotina çekan bi dawî biki.”
‘BIKEVIN TEVGERÊ’
Ryzt a herî dawî bang li NY û hêzên navneteweyî kir ku li dijî dewleta Tirk bikevin nava tevgerê û wiha anî ziman: “Divê dev ji qûrbankirina Kurdan a ji bo berjewendiyên Ewropa û Swîsreyê bê berdan.”
ATICI: BÊDENGÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN
Pştî axaftina Hevseroka Keskan Rytz û şûnde Parlemeterê Kantona Basel a Partiya Sosyalîst Mûstefa Atîcî jî bi tundî êrîşên dewleta Tirk a dagirker şemezar kir û got, îro Kurdên ku li dijî DAIŞ’ê têkoşîn dikirin bûne hedefa dewleta Tirk û wiha nirxand: “Bêdengiya Ewropa û Swîsre ya li hember êrîşên li ser Efrînê nayê qebûlkirin.”
Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke navneteweyî ye ku Aticî anî ziman, bibîr xist ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê hêzên navneteweyî erka dikeve ser milên xwe êdî pêk bîne.
HOLLÎNGER: SIVÎL TÊN QETILKIRIN DIVÊ EM BIKEVIN TEVGERÊ
Parlementerê Kantonê yê Partiya Sosyalîst Brîgtten Hollînger ê bi silavkirina berxwedana Efrînê dest bi axaftina xwe kir. Dewleta Tirk li pêş çavê hemû cîhanê sivîlan qetil dike yê ku Hollînger anî ziman, destnîşan kir ku divê di serî de NY’yê û hêzên navneteweyî erka xwe bi cih bîne.
‘KOBANÊ DAWIYA DAIŞ’Ê ANÎ, EFRÎN JÎ WÊ DAWIYA ERDOGAN BÎNE’
Piştî axaftinên parlementeran û şûnde jî, di axaftinên li ser navê MLKP, HDK, PYD û platforma piştgiriyê hatin kirin de berxwedana Efrînê hate silavkirin û “Li Kobanê dawiya DAIŞ’ê hat, li Efrînê jî wê dawiya Erdogan bê” ev peyam da.
Mîtîng piştî axaftinan û şûnde ji bo silavkirina berxwedana Efrînê bi yek dengî dirûşmên dilsoziya bi Efrînê re hatin qîrkirin.