‘Gelê Kurd ê berxwedêr wê hemû hesabên dijmin vala derxe’
Çalakiyên piştgiriya bi berxwedana Efrînê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk ya ku ev 22 roj in destpêkirî bi biryardarî dewam dike.
Çalakiyên piştgiriya bi berxwedana Efrînê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk ya ku ev 22 roj in destpêkirî bi biryardarî dewam dike.
Kurdisanî û dostên wan ên li gelek welatên Ewropa li hev kom bûne, êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê protoesto dikin.
PARÎS
Li Parîsê bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê meşek lidar xistin. Di meşa hezaran kes tevlî bû de gotin: “Gelê Kurd ê berxwedêr, wê hemû hesabên dijmin vala derbixe.”
Meşa li ser banga Platforma Xwedîderketina li Efrîn a Parîsê saet 14:00’an li Qada Repûblîqe destpê kir. Di meşa bi hezaran kes tevlî bûn de dirûşmên “Ji Ocalan re azadî”, “Em rê nadin faşîzma Tirk” û “Parastina Efrînê, parastina şoreşa jinê” qîr kirin.
Li Qada Bastîlle mîtîngek hate lidarxistin. Endamê Desteya Dîwana KCDK-E’yê Mûrat Ceylan, Parlemeterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û nûnerê Platforma Xwedîderketina li Efrîn a Parîsê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de Berxwedana Serdemê hate silavkirin û ev tişt hate gotin: “Komploya navneteweyî ji bo astengkirina ramanê Ocalan û paradîgmaya wî bû. Kesên li dijî komployê bêdengbûn niha li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê jî bêdeng in. Lê gelê Kurd ê berxwedêr wê hemû hesabên dijmin vala derbixin.”
Mîtîng bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Efrînê” ve bi dawî bû.
SYDNEY
Li bajarê Sydney ê Avûstralyayê jî KJurdistanî,dostên wan, rêxistinên civaka sivîl, siyasetmedar û mirovên bawermend ên li Qada Ton Hall kom bûn êrîşên dewleta Tirk protestokirin. Di çalakiyê de Zeynep Kokmaz axivî û got: “Erdogan ê di got ezê 24 saetan Efrîn dagir bikin, lê ev sê hefte derbas bû lê nekarî gavekê bavêje. Erdogan li Efrînê têk çû. Em li kû dibin bila bibin em ê piştgiriyê bidin Efrînê.”
‘DIVÊ ÊRÎŞ BIKEVE ROJEVA NY’YÊ’
Senetora Partiya Keskan Lee Rhîannon jî diyar kir ku Erdogan modela li Rojava tê avakirin dike hedef û got: “Efrînê ji bo welatiyên sivîl ên ji ber şer koç bûyîn bûye cihê sitirînê û ewle. Kurdan DAIŞ’a ku li serê cîhanê bibû bela têk bir. Di vê wateyê de cîhan deyndarê Kurdan e. Divê dewleta Avûstûralya li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemîne. Divê ev êrîş bê birina rojav Neteweyên Yekbûyî. Em weke Partiya Keskan em ê bibin şopdarê vê.”
LONDRA
Êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê li paytexta Londra ya Îngiltere jî hate protesto kirin. Îro ji bo piştgiriya Efrînê li pêşiya avahiya Serokwezîrtiya Qiralyeta Yekbûyî çalekiya kon ya heftekê dewam bike hate li darxistin. Çalekiya ku banga “ Qiralyeta Yekbûyî, dest ji alîkarîkirina Tirkiyê berde” hat kirin û her roj wê di navbera saetên 12:00-18:00’an de dewam bike. Meclisa Civaka Kurd bang kir ku divê tevlîbûnekî bi hêz ji çalekiyê re were kirin, her wiha da diyar kirin, wê çalekiyên wan bê navber bên dewam kirin.
EMDEN
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li bajarokê Emden yê girêdayî eyaleta Seksonya jêr a Elmanyêyê kombûn û Berxwedana Serdemê a Efrînê silav kirin. Meclîsa Jinan a Aurîck, meşa ku ji aliyê komîteya Rojava û Zelal ve hatî organîze kirin alên YPG-YPJ hatin hildan û diruşmên “Bijî Serok Apo” , “Qatîl Erdogan” û “Erdogan ji Kurdistanê derkeve” hatin qirkirin. Di çalekiyê de bi sedan belavok hatin belav kirin û banga li hemberî qetlîama li Efrînê tê kirin bêdeng nemîne hate kirin.