Ji çepa Ewropa ji bo Kobanê û PKK’ê kampanya
Ji çepa Ewropa ji bo Kobanê û PKK’ê kampanya
Ji çepa Ewropa ji bo Kobanê û PKK’ê kampanya
Partiya Çep a Ewropa (EL) a civîna Dîwana Serokatiyê li paytexta Yewnanistanê Atîna li dar dixe, ji bo piştgiriya aborî û siyasî ji Kobanê re û PKK ji “lîsteya terorê” ya YE derkeve biryara kampanyayê da.
Dîwana Serokatiya EL’ê li Atîna kom bû. Di civîna ku îro jî dewam kir, di beşa civînê ya roja Şemiyê de di mijara Kobanê û PKK’ê de biryar hatin girtin.
Partiya Çep a Ewropa, partiyên sosyalîst, komunîst, sor-kesk û demokratên din ên welatên endam di bin banê xwe de kom dike.
Serokê Partiya Çep a Ewropa û di heman demê Serokê Partiya Komunîst a Fransa Pîerre Laurent jî di civînê de amade bû û peyamên piştevaniya bi Kobanê re dan.
Laurent û heyeta pêre di meha Cotmehê de li sînorê Kobanê Pirsûs û Amedê jî hin hevdîtin pêk anîbû. Di vê heyetê de nûnerên partiyên çep ên Elmanya, Danîmarka, Yewnanistan û Îtalya jî cih girtibûn.
Heyetan çavdêriyên xwe yên Kobanê parve kirin. Ji Tirkiyeyê jî Serokê ODP’ê amade bû.
Nûnerê Ewropa yê HDP’ê Eyup Doru jî ku ji bo civînê hatibû dawetkirin, der barê modela Rojava û bi giştî pozîsyona Kurdan ku bi qasî saetekê axivî rastî eleqeyeke zêde hat.
Di civînê de têkildarî Kurdan sê biryar hatin girtin. Eyup Doru got ku biryar hatiye girtin ku ji bo Kobanê alîkariyên siyasî û aborî bên rêvebirin.
Biryara duyemîn der barê alîkariyên ji bo şaredariyên girêdayî DBP’ê ne.
Sêyemîn biryara di Dîwana Serokatiyê de hatiye girtin jî têkildarî PKK’ê ye. Nûnerê HDP’ê yê Ewropa Eyup Doru got ku endamên EL ji bo PKK ji lîsteya “rêxistinên terorîst” a YE bê derxistin wê kampanya bi rê ve bibin.
Biryarên li Dîwana Serokatiyê hatine girtin, di meşa 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê de jî ji raya giştî re hatin ragihandin.