Ji bo Meşale Tolû û hemû rojnamegeran azadî hate xwestin

Li bajarê Ûlmê yê Elmanyayê ji bo Meşale Tolû û hemû rojnamegeran azadî hate xwestin.

Mîtîgên hevgirtinê yên ji bo azadiya rojnameger Meşale Tolû û hemû rojnamegeran li Ûlmê cara 40’emîn hate lidarxistin.

Di mîtîngê de bal hate kişandin ku rojnameger Meşale Tolû divê 26’ê Nîsanê de rûniştina wê pêk bihata lê 6 meh in ev rûniştin tê taloqkirin.

Di mîtîngê de hate diyarkirin ku Tolû rojnameger e û rojnamegerî ne sûc e.

Di heman demê de girtina nûçegîhanê ETHA’yê Adil Demîrcî, edîtora ETHA’yê Semîha Şahîn û xebatkara ETHA’yê Pinar Gayîp jî hate protestokirin.

ADHF, AGÎF, HDK-ÛLM, SYKP û MLPD jî tevlî çalakê bûn.

Hate diyarkirin ku mîtîngên ji bo azadiya Meşale Tolû û hemû rojnamegeran ew ê her meh roja Înê li heman cihî û di heman saetê de were lidarxistin.