BI DÎMEN

Dayikên Şemiyê ji bo Cuneyt Aydinlar hatin ba hev

Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Cuneyt Aydinlar pirsîn ku Cuneyt di dema bin çavan de ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû windakirin.

Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan di 988’emîn çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê hatin ba hev û aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê xwendekarê Fakulteya Aboriyê ya Zanîngeha Stenbolê pirsîn ku Aydinlar di 20'ê Sibata 1994'an de di dema bin çavan de ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû windakirin. Dayik û xwişk-birayên Cuneyt Aydinlar jî beşdarî çalakiyê bûn û daxuyanî ji aliyê Sebla Arcan a ji Komîsyona li dijî Windakirina Binçavkiriyan a li Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve hate xwendin.

Sebla Arcanê çîroka Cuneyt Aydinlarî vegot.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku daraza Tirkiyeyê jî failan diparêze û  ev yek jî hate gotin: ‘’Dosyaya Cuneyt Aydinlar, li dijî hiqûqa gerdûnî, bi hinceta bihurîna demê hate girtin.’’

Her wiha di çalakiyê de Menekşe Aydinlar a ku ev 30 sal in aqûbeta kurê xwe dipirse, axivî.