Dayika Nîka Şakremî ya hatî qetilkirin, hate binçavkirin

Dayika Nîka Şakremî ya di çalakiyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatî qetilkirin, hate binçavkirin.

Xwişka Nîka Şakremî ya di Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatî şehîdxistin, li ser medya dijîtal a înstagramê belav kir ku dayîka wê Nesrîn Şakremî duh danê êvarê li Tehranê ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye binçavkirin.

Xwişka Nîka Ayda Şakremî diyar kir ku heta niha sedema binçavkirin û tometa Nesrîn Şakremî nizanin.

Hêjayî gotinêye ku dayîka Nika, Nesrîn Şakremî, beriya du heftiyan di peyameke bi dîmen de ku ji Radyoya Ferda re şandibû, ragihandibû ku li gorî belgeyên pizîşkî, keça wê ji ber hinek derbên li serê wê ketiye jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha di meha Nîsana îsal de jî, BBC World ragihandibû, ku belgeyeke nepenî ji Îranê bi dest xistiye, ku tê de tê gotin Nika Şakremî piştî binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye tecawîzkirin û piştre hatiye kuştin.