BI DÎMEN

Li Strasbourgê meşa bi meşaleyî: Azadiya Rêber Apo azadiya me ye

Li Strasbourgê bi pêşengiya TCŞ’ê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de meş û mîtîng hat lidarxistin û banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.

Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan çalakiyên xwe yên di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bi biryardarî didomînin. Li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) meşa bi meşaleyî û mîtîng hate lidarxistin.

Meşl li Gare de Strasbourg dest pê kir û li Place Kleber dawî bû. Di meşê de pankartên ku balê dikişînê ser tecrîda sûcê mirovahiyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Di meşa ku flamayên wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser û alên PKK’ê hatin hildan de meşale hatin vêxistin. Bi fîtikan çalakiya bi deng hate lidarxistin û balê kişandin ser tecrîdê.

Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe”, “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” , “Rejîma Tirk faşîst e” , “Libertê pour Ocalan” , “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

Meş li Place Kleberê bi dawî bû û piştre mîtîng hate lidarxistin. Mitîng ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û ev rewş gelê Kurd dixe fikaran û wiha hate gotin: “Em ciwanên Kurd carek din bang li dewleta Tirk a faşîst dikin; Rêbertiya me vîna pirsgirêka Kurd e, em jî hevrê û fedayiyên wî ne. Tecrîda li ser Rêbertiya me sûc e û êşkenceyeke ku li dijî tevahiya gelê Kurd tê sepandin. Em dizanin ku azadiya Rêbertiya me azadiya gelê Kurd, ciwan û jinên Kurd e. Em li ku derê cîhanê bin jî wê têkoşîna me heta azadiya Rêbertiya me û Kurdistanê dewam bike.”

Piştî daxuyaniyê mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.