Komîsyona Şopandina Hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an û raportorên Tirkiyeyê David Eray ji Swîsreyê û Vladîmîr Prebîlîc ji Slovenyayê beşdarî civîna Lijneya Giştî ya Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê (KRXH-KE) bûn. Rapora bi ser navê “Komisyona Şopandina Pêkanîna Şertên Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropayê ya li Tirkiyeyê û bi Mafên Mirovan re di Asta Xwecihî û Herêmî de Rêzgirtin” piştî nîqaşan 3 bêalî, 4 jî li dijî derketin û bi 65 dengan hat qebûlkirin.
Di Lijneya Giştî de ji bilî nûnerên DEM Partî, CHP û AKP'ê, nûnerên welatên cuda jî mijarên girîng ên wekî azadiya çapemenî û ramanê ya li Tirkiyeyê, girtina nûnerên Kurdan, mafên jinan û wekheviya mafan anîn rojevê.
Balkêş bû ku ji bo rapora "di encama lihevkirina erênî ya bi Enqereyê re" pêşniyarên guhertinê nehatin kirin û rapor bi vî rengî hat qebûlkirin û "lihevkirina" mijara gotinê jî vê yekê piştrast kir. Hikûmeta Tirk bi taybet piştî hilbijartinên xwecihî yên berê yên li Kurdistanê qeyûmên hatin şandin û di hilbijartinên dawî de qeyûm şand Şaredariya Colemêrgê bi temamî nayê qebûlkirin, “ji ber ku li şûna yên hilbijartî, tayînkirinên ku tu têkiliya wan bi demokrasiya xwecihî re nîne berovajî rêzgezên Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê ye.
Raportoran anîn ziman ku ji bo pêkanîna biryarên di encama rapora lihevkirina bi Enqereyê re hat qebûlkirin, ew ê ji meha Kanûnê û pê ve li ser pêşniyarên çareseriyê nexşerêyek amade bikin. Biryar hat dayîn ku ji bo pêkanîna rapora hatiye qebûlkirin wê ji Enqereyê re bê şandin, ji bo şopandinê jî ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û Meclîsa Parlamenteran re bê şandin.
LI SER HILBIJARTINÊN XWECIHÎ YÊN 31’Ê ADARÊ
Di rapora ku hat qebûlkirin de têkildarî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê ev tişt hene:
"Kongre - bi taybetî di mijarên azadiya xweîfadekirinê, sînordarkirina dengdanê û bijartinê û serxwebûna dadweriyê - bi giştî tevî ku di çarçoveya qanûnî de hîn jî kêmasî û nebesiyên girîng hene jî û ew bi tevahî ji bo hilbijartinên demokratîk ne guncan in jî qebûl dike. Hin ji van kêmasiyan ne li gorî rêgezên hilbijartinê yên navneteweyî, Ewropayê û hiqûqa Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ne.
- Hin partiyên siyasî hewl dane ku jin zêdetir beşdarî jiyana siyasî ya xwecihî bikin, ev jî di hejmara jinên di van pozîsyonan de cih digirin kêm in lê bi zêdebûnê bi encam bûye;
- Ji sala 2019'an û vir ve geşedaneke erênî heye, tenê di dozekê de (li Wanê) ku şaredarê hilbijartî bi namzetê ku bû duyemîn re hat guhertin û piştre ji aliyê YSK'ê ve hat betalkirin.
- Her çend rêveberiya hilbijartinê di warê teknîkî de jêhatî be jî bi neserxwebûn û kêmasiya zelaliyê re têkoşiya û di pêş encaman, biryar û civînan de bi raya giştî re tenê pêwendiyeke qismî hebû;
- Sînordarkirinên li ser dengdanê berdewam bûn, di nav wan de sînordarkirina li ser leşker û girtiyan û ji ber betalkirina mafên sivîl mafê bijartinê hatiye sînordarkirin û ev rewş di esasê xwe de nehişt ku bi hezaran kes beşdarî hilbijartinan bibin, nemaze li başûrê rojhilat beşdarbûna hilbijartinê hat astengkirin.
- Pirsgirêkên der barê rastbûna lîsteyên hilbijartinan de nemaze li rojhilat hilbijêrên koçber ên sexte û hilbijêrên li heman navnîşanê qeyd kirî ji bo dengdayînê li cihên cuda hatin belavkirin û hwd. ev îdîayên pêbawer bandor li ser pêvjoya hilbijartinê kir.
- Ji ber ku kampanyaya fermî bi tenê 10 rojan dewam kir, piraniya kampanyayê ne birêxistinî û ne rêkûpêk ma û şert û mercên reqabetê yên di navbera namzetan de misoger nekir; ji bo hilbijartinên rasteqîn ê demokratîk ev yek şert e.
- Di heman demê de gelek îdiayên bikaranîna çavkaniyên dewletê û pozîsyonên fermî bi awayekî nebaş bi kar anîn û ev yek jî avantajeke nerewa namzetê partiya desthilatdar. Kampanya wek hilbijartineke neteweyî hat dîtin ku tê de aktorê herî aktîf serokomar bû û li gor pîvanên hilbijartinê tevnegeriyane. Ev jî bû sedem ku kampanya zêde li ser siyaseta neteweyî bisekine û xêzên di navbera dewlet û partiya desthilatdar de xumam bike.
- Li gel zêdebûna daxwazên welatiyan ji bo şefafiyê, fînansekirina partiyan û kampanyayên hilbijartinê kêm bû ev jî şert û mercên kampanyayê ji bo hemû namzetan hişt ku rêgeza wekheviyê were lêprsînkirin.
- Xirabûna rewşa azadiya xweîfadekirin û ragihandinê hawîrdoreke giştî ya tirs, tepeserkirin û xwesansûrê çêkiriye, xwegihandina zanyariyên bêalî û hevsengî ya welatiyan asteng kiriye. Di heman demê de, pêvanên ku bêalîbûna ragihandina medyayê misoger dikin bi rêkûpêk hatin paşguhkirin. Di nav van de saziyên cemaweriyê yên çavdêriyê jî hene.
- Di roja hilbijartinê de hin nakokî hatin dîtin. Di nav wan de nebûna rêzikname û tevliheviya li ser organîzekirina hilbijartinên keyayan, di hin rewşan de cihên dengdanê nêzî hev bûn, hebûna hêzên ewlehiyê ku di hin rewşan de dikare wekî tirsandin were dîtin, li cihên dengdanê hejmartina bi ecele.
- Nelihevkirinên têkildarî hilbijartinê li pişt deriyên girtî û ne zelal berdewam kir û ev jî di aliyê siyasetê rewşeke bi alî derxist holê. Di dawiyê de, ew ne di bin çavdêriya dadweriya serbixwe de ye.
- Jin û ciwan di cihên biryardanê de di asta xwecihî û herêmî de kêm hatin temsîlkirin û jin di hemû astên rêveberiya hilbijartinê de kêm hatin temsîlkirin.
- Wezareta Karên Hundirîn li şûna şaredarê hilbijartî qeyûm şand şaredariya Colemêrgê. Ev mînaka herî dawî ya pratîkeke demdirêj a Kongre û Komîsyona Venedîkê ye ku cewhera xweseriya xwecihî têk dibe û xwe dispêre şirovekirinek pir berfireh a sûcên têkildarî terorê.
- Di dawiyê de, çavdêriya hilbijartinan li Tirkiyeyê ji aliyê qanûnên Tirkiyeyê ve hatin qedexekirin û çavdêrên neteweyî yên serbixwe negihîştin tevahiya pêvajoya hilbijartinê; ev rewşa li Tirkiyeyê li dijî peymanên navneteweyî ye.
TIŞTÊN KU DIVÊ TIRKIYE BI CIH BÎNE
a. Zelalbûna qanûnên hilbijartinan baştir bike û hemû qanûnên hilbijartinan li hev bike da ku çarçoveyek hevgirtî ji hilbijartinan re peyda bike û şert û mercên wekhev ji bo hemû hilbijêran misoger bike.
b. Bi rakirina qedexeyên pir berfireh ên li ser azadiya civîn û îfadekirinê re ji bo hilbijartinên rasteqîn ên demokratîk jinûve avhewaya guncan bê afirandin.
c. Ji bo zêdekirina zelaliya pêvajoyên biryardayînê di hemû astên rêveberiya hilbijartinê de, pêşkêşkirina qeydên civînan, weşandina civînên YSK'ê bi awayekî zindî were weşandin, biryar û encaman li ser înternetê biweşînin û bihêlin ku çavdêrên neteweyî tevahiya pêvajoya hilbijartinê bişopînin.
d. Sînordarkirina mafê dengdanê yên li ser xwendekarên leşker û yên din bên rakirin û pêvajoya hilbijartineke berfireh bê misogerkirin.
e. Ji bo zêdetir pêşdebirina rastbûna lîsteyên hilbijartinan û bi awayekî çalak vekolîn û sepandina cezayan li ser qeydên dengdêrên sexte bê kirin; vegiheztin û yekkirina cihên dengdayînê diîsa li ber çavan bê derbaskirin û sepana hilbijêrên li heman herêmê dimîn û wan dişînin cihên cuda li gorî Komîsyona Venedîkê ji nû ve bên nirxandin.
f. Dema kampanyaya fermî ji 10 rojan zêdetir bê kirin, bi vî rengî ji bo hemû namzetan pîvanên adil û wekhev biafirînin.
g. Di pêvajoyên hilbijarinê de derbarê çavkaniyên îdarî û fermî di rêyên nebaş de bikaranîn lêpirsîn bê vekirin; rola serokomar di hilbijartinên xwecihî de bê zelalkirin; di wezaretên sereke yên girêdayî hilbijartinan de vegerandina pratîka tayînkirina wezîrên teknîkî yên bi bêalîbûnê hatine erkdarkirin jinve bê nirxandin û bi vî awayî baweriya bi bêalîbûna pêvajoyê zêde dibe.
h. Li ser fînansekirin û kampanyayên partiyan bi lez sererastkiirn bêne kirin, wek mînak li ser lêçûnên kampanyayê sînorek were danîn û mekanîzmayek zelalî, bi giştî û hesab bipirse bê avakirin; ev ji aliyê Koma Dijî Gendeliyê ya Konseya Ewropayê (GRECO) ve tê pêşniyarkirin.
i. Ji bo başkirina rewşa medyayê bi taybetî jî ji bo misogerkirina ragihandina bêalî ya weşanên giştî pergelek bê avakirin; astengiyên li pêşiya azadiya îfadekirinê ya rojnamevanan bê rakirin, bi taybetî li ser pêkanînên zêde yên darizandin û binçavkirinê yên têkildarî têkoşîna li dijî terorê, belavkirina agahiyên xapînok an jî derew were destgirtin; Ev yek bi taybetî di çarçoveya kampanyayên hilbijartinê de girîng e.
j. Derbarê prosedurên roja dengdanê de ji bo hilbijartina keyayan sererastkirin bên kirin; Pêdivî ye ku ev yek hebûna li nêzî cîhên kampanyayê û cihên dengdanê bigire nav xwe, bi vî rengî qerebalixa herêmî kêm bike û pêşî li pevçûnên fizîkî bigire; hebûna polîsan li cihên dengdanê û derdora wê ku şert û mercên ewlehiyê destûrê didin, sînordar bike û tenê ji serokên ser sindoqan mafê vexwendina hêzên ewlehiyê bê dayîn.
k. Hewldanên ji bo xwegihandina cihên hilbijartinê bê misogerkirin û ji derveyî cihê hilbijêran sindoqên gerok bên belavkirin, bidomin; derbarê prosedurên dengdanê de ji endamên cihê dengdanê re zelalî û perwerdehiyek bêtir peyda bike.
l. Ji bo zêdekirina bêalîbûn û serxwebûna Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) tedbîr bên girtin; xurtkirina yekparebûna qanûnî û zelaliya mekanîzmaya çareserkirina nakokiyên hilbijartinê bê bihêzkirin; biryarên YSKê ji aliyê saziyeke dadwerî ya serbixwe ve lêkolînkirin.
m. Ji bo tevlêbûna jinan di biryardayînê polîtîkayên xwecihî de were zêdekirin tedbîrên wekî kotaya zayendî ya %30 bên girtin; tedbîrên teşwîqê ji bo piştgirîkirina beşdariya ciwanan bên fikirîn.
n. Tayînkirinên li şûna nazmetên hilbijartî û şaredaran divê li gorî nûrîna Komisyona Venedîkê ya 2020’an be, xala 45’an xala 1’ê ya ku di sala 2016an de li qanûna şaredariyan hat zêdekirin were rakirin û çareseriyên din jî binirxînin, wek rê bidin meclîsên şaredariyê ku qeyûmê bi wekalet hilbijêrin an jî dema ku şaredarek ji peywirê were dûrxistin ji bo rêzgirtina dengdaran, hilbijartina şaredariyan were dubarekirin.
o. Zagona li ser pejirandina çavdêrên hilbijartinê yên neteweyî û navneteweyî were derxistin û çavdêriya hilbijartinê ji hêla van aktoran ve bêyî ku hewcedariya tedbîrên taybetî ji SBE bike prosedurek normal bike; her wiha xwe ji destwerdana li ser cewherê şandeyên çavdêriya hilbijartinan ên pêşerojê yên navneteweyî ku Kongreyê li gorî rêgezên xwe ava kiriye, dûr bigire.
Kongreyê bang li Komîteya Wezîran û Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê kir ku di xebatên xwe yên têkildarî Tirkiyeyê de vê pêşniyarê li ber çavan bigirin.