Îsraîl li ser îhtîmala mirina serokê Hamasê Sînwar lêkolînê dike

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew li ser îhtîmala ku serokê Hamasê Yehya Sînwar di êrîşeke li Xezeyê de hatiye kuştin, lêkolînê dikin.

Yehya Sînwar ji 6’ê Tebaxa 2024’an ve serokê rêxistina Hamasê ye. Piştî ku Îsmaîl Heniye di 31’ê Tîrmehê de li Tehranê hat kuştin, Sînwar serokatiya Hamasê girt ser xwe.

Di daxuyaniya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di operasyonên li Xezeyê de 3 kes mirin. Di daxuyaniyê kesên hatin kuştin weke "terorîst" hat nîşandan û hat ragihandin ku îhtîmala ku Yehya Sînvar jî di nav wan de ye, tê lêkolînkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di vê merheleyê de nasnameya terorîstan nayê piştrastkirin.”

Serokê Hîzbûllahê Hesen Nasrallah jî 20 roj berê di êrîşa Îsraîlê de hatibû kuştin.