Şervaneke evîndara welat: Zîlan Bêrîtan

Zîlan Bêrîtan ku di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Serêkaniyê şehîd bû, weke şervaneke evîndara welatê xwe heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya.

ZÎLAN BÊRÎTAN

Emel Ferhan (Zîlan Bêrîtan) sala 1994'an li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Malbata Emel ku dixwest zarokên xwe bi çanda xwe mezin bike, ji wan re her tim qala çîrokên şehîdan û welatê xwe dikir. Bi saya vê yekê Emel Ferhan di temenekî zû de xeta azadiyê ya jinê û şoreşa li welatê xwe nas kir. Emel ku êşa gelê xwe dît, xwe li pêşberî gel û welatê xwe berpirsyar dît Li ser vê bingehê di sala 2013'an de tevlî nava refên YPJ'ê bû, bi vî rengî gihîşt armanca xwe û navê xwe kir Zîlan, paşnavê xwe jî kir Bêrîtan. Bi hilbijartina navê du lehengên têkoşîna azadiyê ya jinê re îdîa û eşqa xwe ya ji bo azadiyê nîşan da.

Zîlan Bêrîtan bi sekna xwe ya şoreşgerî da ser şopa şehîd Zîlan û Bêrîtan. Zîlan Bêrîtan ku evîndara welatê xwe bû ji jiyanê de paşve gav neavêt. Di her kêliya jiyana xwe de têkoşîn û berxwedan ji xwe re kir esas. Zîlan Bêrîtan ku dilsozê şehîdên şoreşê bû, ji bo hêjayî şehîdan be û welatê xwe biparêz e dest bi têkoşîna çekdarî kir. Sala destpêkê ya ku tevlî nava berxwedanê bû, beşdarî pêngava li Serêkaniyê bû. Di şer de bi giranî birîndar bû, lê ev rewş li pêşiya têkoşîna xwe weke astengî nedît. Dirûşma 'Yên şer bikin azad dibin, yên azad dibin bedew dibin, yên bedew dibin têne hezkirin' ku felsefeya jin a azad e, ji xwe re kir esas. Eger armanceke we ya mezin hebe tiştek li pêşiya vê nikare bibe asteng. Armanca Zîlan jî mezin bû û li gorî vê tevdigeriya.

GOTIN TÊRA VEGOTINA FEDAKARIYA GEL Û ŞERVANAN NAKE

Ji ber êrîşên giran ên dagirkeran ên li ser Kurdistanê, şerê azadiyê bûbû ji neçarî. Ji ber vê yekê jî bi hezaran ciwanên Kurdistanî tevlî nava vê têkoşîna pîroz bûn. Ji ber ku felsefeya vî şerî hezkirina ji jiyana azad e, di vê oxirê de fedakarî nebe nabe. Dewleta Tirk a faşîst sala 2019'an bi planeke qirêj êrîşî bajarên Girêspî û Serêkaniyê kir. Li hemberî êrîşên li ser Serêkaniyê û Girê Spî zarokên rojê dest bi Berxwedana Rûmetê kirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê di êrîşan de serî li her cûre hovîtiyê dan. Bi sedan zarok, jin, mirovên extiyar bi çekên kîmyewî hatin şewitandin. Li hemberî vê hovîtiya dewleta Tirk berxwedanek hate kirin ku ji bo vegotina vê berxwedanê gotin têrê nake. Ji ber ku gotinên ewqasî xurt nînin ku karibin fedakariya gel û şervanan vebêjin. Ji bo parastina rûmeta gel û welat gelek şervanan heta nefesa xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn.

Zîlan Bêrîtan di wê berxwedana dîrokî de li bajarê Serêkaniyê li refên herî pêş bû. Bi coş û moralê xwe ji hevalên xwe re bû hêz. Zîlan Bêrîtan di wê berxwedana dîrokî de digot, 'Min ji bîr nekin, ez Zîlan im'. Hin mirov zanibin wê şehîd bikevin jî heta kêliya dawî ya jiyana xwe kenê li ser rûyê wan dewam dike. Dîrok van lehengan ji bîr nake. Niha jî deng û rûkeniya Zîlan li kolanên Serêkaniyê ye. Zîlan Bêrîtan ku bi biryardarî li hemberî dijmin şer kir, di 17'ê Cotmeha 2019'an de di berxwedana li dijî dewleta Tirk de tevlî karwanê nemiran bû. Niha bi hezaran kes li ser şopa Zîlan dimeşin û têdikoşin. Çawa ku Zîlan Bêrîtan bû şopdara şehîdan niha jî bi hezaran kes li ser şopa Zîlan in. Em ê te ti carî ji bîr nekin Zîlan Bêrîtan.