Şehîdên TEV-DEM’ê li Parîsê hatin bibîranîn

3 endamên TEV-DEM’ê yên li Şehbayê şehîd bûn, li banliyoya Drancy a Parîsê hatin bibîranîn.

Ji bo bîranîna endamên TEV-DEM’ê Mazlûm Antep, Zelal Efrîn û Alaf Murad ên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Şehbayê hatin qetilkirin, li banliyoya Drancy ya paytexta Fransa Parîsê ji aliyê Meclîsa Gel a Drancy ve çalakî hate lidarxistin.

Malbata Mazlûm Antep, xizmên wî, Meclîsa Gel a Drancy û Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.

Malbata Mazlûm Antep a li herêma Drancy ya Parîsê dijî, 9’ê Cotmehê ve bi Meclîsa Gel a Kurd a Drancy ve li Komeleya Çanda Kurd a Dracyê şîn danî.

Di bîranînê de ev peyam hate dayîn:

“Hevrê Mazlûm Antep, Zelal Efrîn û Alaf Murad ji bo azadiya Kurdistan û gelê Kurd bêyî rawestan têkoşiyan û tevlî karwanên şehîdan bûn. Di dîroka têkoşînê ya 50 salî de bi deh hezaran şehîd hene. Her şehîd bi xwe re mîrateya têkoşînê hişt. Em jî divê hewl bidin wê mîrateyê dewr bigirin û bi layiqî bi ser bixin. Hevrê Mazlûm Antep di sala şehadeta şehîdê me yê mezin Hakî Karer de ji dayik bû û bû neferê têkoşîna azadiyê. Hakiyan tu car nemirin û wê nemirin. Dîsa yek ji pêşengên me hevrê Mazlûm Dogan gotibû, ‘berxwedan jiyan e’ û ruhê berxwedanê ya PKK’ê raber kiribû. Hevrêyê me Mazlûm bi li xwe girtina navê hevrê Mazlûm Dogan û şopandina rêya wî, ji me re dibêje, ‘Rêya Mazlûman rêya me ye.’ Divê em bi esasgirtina Mehmet Hayri Durmuş ku got, ‘Bila li ser gora min binivsînin deyndarê gelê xwe ye’, têbikoşin. Em azadiyê deyndarê gel û Rêbertiya xwe ne. Rêber Apo 26 sal in li Îmraliyê girtî ye û di bin pergala êşkence û tecrîdê de tê girtin. Eger em dixwazin bibin layiqî hevrêyên xwe Mazlûm, Zelal û Alaf divê li ser rêya wan bimeşin û deynê xwe yê azadiyê bidin gelê xwe û Rêber Apo.”

Çalakiya bîranînê bi pêşanda sînevîzyona li ser salên têkoşînê yê Mazlûm Antep bi dawî bû.

25 SAL BÊYÎ NAVBER TÊKOŞIYA

Mazlûm Antep ê ku 26 sal bêyî navber têkoşiya, dema di sala 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kirin, ji çiyayên Kurdistanê berê xwe dabû Kobanê. Fermandarê pêşeng Mazlûm Antep ku di têkçûna DAÎŞ’ê de roleke mezin lîst, di 9’ê Cotmehê de dema ku bi 2 hevrêyên xwe yên endama TEV-DEM’ê li ser erka xwe bû, di êrîşa dewleta Tirk de tevlî karwanên şehîdan bû.