Îran û Misirê banga kêmkirina rageşiya li herêmê kirin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi û Serokkomarê Misirê Abdul Fettah el Sîsî li Kahîreyê hevdîtinek pêk anîn û di hevdîtinê de banga kêmkirina rageşiya li herêmê kirin.

Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya ji Serokkomariya Misirê hatî dayîn, her du serok li ser mijarên weke ‘’bidawîkirina ragêşiya li herêmê’’ û ‘’xurtkirina hewlên pêkanîna agirbesta li Xeze û Lubnanê’’ sekinîne.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê ragihand ku Sîsî û Arakçi bal kişandine ser Îsraîlê û anîne ziman ku wan têkildarî mijarên weke bidawîkirina sûcdarên li Xezeyê û êrîşîn li ser Lubnanê, alikarkirina kesen ji cih û warên xwe bûne û pêşîlêgirtina polîtîkayên melaqiya şerî ya rejîma Sîyonîst li hev kiriye.

Piştî rageşiyên ku bi dehan salan e berdewam dikin, têkiliyên Kahîre û Tehranê ber bi başiyê ve diçin û ji destpêka şerê li Xezeyê heya niha jî têkiliyên wan ên dîplomatîk zêde bûne.

Misir, Hamas jî di nav de di navbera Îsraîl û Filistînê de weke navbeynkar roleke girîng lîstiye. Lê belê li gel Qeter û DYE’yê jî hewlên Misirê yên ji bo agirbestê piştî ku şerê li Xezeyê derbasî Lubnanê bûye, bê encam mane. 

Piştî êrîşên Îsraîlê, Îranê di 1’ê Cotmehê de 200 moşek avêtin Îsraîlê ku di nav wan moşekan de çend heb yên hîpersonîk jî hebûn. Îsraîlê jî piştî vê êrîşa Îranê gef li Îranê xwar ku ew ê bersivê bide.

Îranê di hefteyên dawîn de têkiliyên xwe yên dîplomatîk zêde kirine. Wezîrê Karên Derve yê Îranê di vê heyama dawîn de li gel dewletên weke Sûriye, Erebistana Suûdî, Qeter, Irak, Umman û Urdinê hevdîtin pêk anîn.

Her wiha Abbas Arakçi şeva Sêşemê li gel Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres jî hevdîtinek pêk anî. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Wezîrê Îranî piştî Misirê wê derbas Tirkiyeyê bibe.