Îsraîlê ragihand ku lîderê Hamasê hatiye kuştin

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Îsrael Katz ragihand ku lîderê Hamasê Yahya Sînvar hatiye kuştin.

Piştî ku artêşa Îsraîlê îhtîmala kuştina lîderê Hamasê Yahya Sînvar anî ziman, Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Îsrael Katz jî daxuyaniyek da. Katz wiha got: “Kujer û berpirsiyarê Komkujiya 7’ê Cotmehê Yahya Dînvar îro ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hat kuştin.”

Katz diyar kir ku ev ji bo Îsraîlê serfeftineke mezin a leşkerî ye û ji bo cîhana azad a li dijî xirabiya li ser esasê Îslamê serfiraziyek e.

Hamasê hîn der barê vê îdîayê de daxuyaniyek nedaye.