BI DÎMEN

Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di roja 3’yemîn de didome

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8’emîn bi dirûşma “Em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” li hola Zana ya Qamişlo di roja xwe ya sêyemîn de didome.

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8’emîn bi dirûşma “Em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê" li hola Zana a Qamişlo hatibû destpêkirin, îro jî bi îmzekirina pirtûkan û şahiya hunerî dewam kir.

Rewşenbîr, nivîskar, ciwan, wêjevan, helbestvan, mamosteyên dibistan û zanîngehan, şêniyên ji herêmê serdana pêşangehê kirin. Li pêşangehê li baskê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, danê êvarê, rojnamevan û helbestvan Kemal Necim pirtûka xwe ya bi navê “Helbestên Bijarte” îmze û belav kir.

Li baskê Weşanxaneya Şilêr jî nivîskar û lêkolînerê navdar Salih Heydo pirtûka bi sernavê “Hin mînak û gotin bi çîrok û şîrovekirinê” îmze û belav kir.

Roja sêyemîn ji pêşangehê bi serdan û guhdarkirina muzîkê bi dawî bû.

Li gorî bernameya pêşangehê wê sibe danê êvarê bi sernavê “Dîroka wêjeya Kurdî” ji aliyê nivîskar Arşek Baravî semînerek were dayîn û pirtûk werin îmzekirin.

Pêşengeh bi pêşengiya Desteya Çand û Hunerê hatiye destpêkirin û wê heta 22ˈê Cotmehê berdewam bike. Her wiha 54 sazî û weşanxeyên xwecih, Erebî û navneteweyî tevlî pêşengehê bûne û di pêşengehê de çalakiyên wêjeyî, hunerî tên lidarxistin.