Dayikên Şemiyê, ji bo bav û kur hatin ba hev

Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo Îbrahîm Çelîk ê 50 salî û kur Edîp Çelîk ê 19 salî hatin ba hev.

Dayikên Şemiyê, ji bo winda bên dîtin û faîl bên darizandin, cara 693’yemîn li Qada Galatasarayê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta “Faîl diyarin, winda li kû derêne” û wêneyên kesên winda hatin hilgirtin. Di çalakiya vê heftê de, aqûbeta Îbrahîm Çelîk ê 50 salî û kurê wî Edîp Çelîk ê 19 salî yên di 10’ê Tîrmeha 1994’an de winda bûn, hatîn pirsîn.

Birayê Cemîl Kirbayîr ê di 8’ê Cotmeha 1980’iyan dibin çavan de hat windakirin Mîkaîl Kirbayir destpê kê di çalakiyê de axivî û wiha got: “Bêyî ku em guh bidin havîn, zivistan, herî û baranê em li vir kom bûn. Gomlekê dînîtiyê li vê civakê kirin û ji bo me jî gomlekê xizmên me yên dibin çavan de winda kirin, dirûtin. Ev cil qet li me nehat. Ji bo vê vî cilî ji me bikin, bi salane em li vir in û heta vî cilî ji me nekin, em ê li vir bin.”

Piştre daxuyaniya nivîskî ya keça Îbrahîm Çelîk Feral Çelîk hat xwendin. Xwişka Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an dibin çavan de hat windakirin û dûre cenazeyê wî hat dîtin Masîde Ocak daxuyanî xwend û wiha got: “Ez zarokekê şemiyê me. Her roja şemiyê ji bo bêjim ‘bavê min li kû derê ye?’ hatim Qada Galatasarayê. Ez xwişkeke şemiyê me. Her roja Şemiyê jibo bêjim ‘birayê min li kû derê ye?’ hatim Galatasarayê. Bavê min Îbrahîm Çelîk û birayê Edîp Çelîk li Êlihê dibin çavan de hatin windakirin. Bûyer li ber çavên min pêk hat. Kesên rûpoş ên biçek bi hinceta li gundiyekê digerin bavê min bi xwe re birin. Birayê min ê 19 salî jî, ji bo tiştek bi bavê min nekin, li dû wan çû. Ji wê rojê û şûn de carek din me agahî ji wan negirt. 

Tu sûcê bav û bariyê min tunebûn. Kurdîniya wan sûc hat dîtin. 24 sal in em dikin hawar. Em çûn hemû deran, lê me tu encam bi dest nexist. 24 sal derbas bûn tiştek derneket holê. Destpêkê dayika min li şopa bav û bariya min geriya, piştre ez geriyam û niha jî keçên min li şopa wan digerin. 3 nifşên jinên malbat me li edaletê digerin. Em gorên bav û birayê xwe dixwazin.”

Yek ji mirovên Şemiyê Hatîce Onaran daxuyaniya vê heftê da û wiha got: “24 sal in agahî ji Îbrahîm û Edîp Çelîk nayê girtin. Çi dibe bila bibe em ê ji bo windayan li edaletê bigerin.”

 Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.