Cenazeyê karkerên li Isparta jiyana xwe ji dest hatin veşartin

Cenazeyê karkerên li Isparta jiyana xwe ji dest hatin veşartin

14 ji 17 karkerên li navçeya Isparta Yalvaçê ji ber qulipîna mîdîbusê jiyana xwe ji dest dan, li warê xwe navçeya Konya Akşehîrê hatin veşartin.

Ji karkerên jiyana xwe ji dest dan cenazeyê Arîfe Aktaş, Ayşe Kale, Mîhrî Kale, Reyhan Ceran, Havva Ceran, Velîcan Çelîk, Elmas Çelîk, Bûket Keskîn, Gulseren Yayla, Metîn Arslanalp, Şerîfe Aksoy, Ceylan Aksoy, Emel Arslanalp, Ayşegul Karataş ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Akşehîrê hatin wergirtin.

Cenaze anîn Meydana Nasreddîn Hoca ya li navenda navçeyê û ji xizmên karkerên jiyana xwe ji dest dan Halîl Aksoy li vir axaftinek kir. Aksoy got, "Yên mirin hemû ji xizantiyê mirin. Ji bo yewmiya 25-30 lîreyî dixebitîn û di vê oxirê de diçûn. Ji ber çavbirçîtiya berpirsyarê karê wan me 17 kes winda kir."