BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 37'AN DE YE

Êrîşên hovane yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê di roja 37'an de ne. Hêzên dagirker bombeyan li cih û warê sivîlan dibarînin. Şerê li eniyê jî girantir dibe. Hûn dikarin rewşa dawî ji bloga me ya zindî bişopînin.

22:30

Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê êrîşên li dijî jîngehên sivîlan didomîne. Dewleta Tirk li gundê Hec Xelîl yê navçeya Racoyê topbaran kir. Yek ji topên dewleta Tirk a dagirker li mala Şukrî Cehîka yê 60 salî ket û Şukrî Cehîka bi giranî birîndar bû.

 

22:16

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê dîmenê çalakiya îro weşand a ku li gundê Hecîlera ya Cindirêsê ya Efrînê hatibû kirin. Di vê çalakiyê de 8 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çete hatibûn kuştin.

22:15

Balefirên şer ên arrtêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de navenda navçeya Şiyê û derdora wê bombebaran dikin-ANHA

21:24

Balefirên şer ên artêşa Tirk gundê Hesendêra yê Racoyê bomberdûman kir.

20:53

Di encama bombebarana balafirên Tirk a li ser herêma Racoyê de, du şervanên Qiwat Şebiye yên girêdayî Artêşa Sûriyê jiyana xwe ji dest dan, 3 şervan jî birîndar bûn.

20:53

Di encama bombebarana balafirên Tirk a li ser herêma Racoyê de, du şervanên Qiwat Şebiye yên girêdayî Artêşa Sûriyê jiyana xwe ji dest dan, 3 şervan jî birîndar bûn.

20:07

Hêzên Asayîşê nasnameya 3 endamên xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 endamên xwe eşkere kir yên ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn.

 

18:58

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku di 24 saetên dawîn de li Efrînê bi kêmanî 44 leşkerên Tirk hatin kuştin û 2 wesayîtên dagirkeran jî hatin îmhakirin.

 

18:34

Şervanên YPG/YPJ′ê li gundê Hecîlerê yê girêdayî herêma Cindirêsê li dijî dagirkeran çalakî li dar xistin.

Di encamê de 8 çete û leşkerên Tirk hatin kuştin.

16:42

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundê Hesen Dêra ya navçeya Meydankê  dibarîne. Di bombebaranê de jîngehên sivîlan tê hedefkirin.

Tevgera balefiran a li herêmê dewam dike.

16:40

Cenazeyê 18 şehîdên ‘Berxwesadana Serdemê’ spartin axê

Bi hezaran welatiyên Bakurê Sûriyeyê cenazeyê 18 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ bi merasimekê bi heybet li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê.

16:36

Êrîşên li dijî Efrînê di roja 37’emîn de didome. Li gorî agahiyan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topan diavêjin navenda Cindirêsê û gundên wê.

Di heman demê de li gundê Meydan Ekbes di navbera şervanên QSD’ê û artêşa dagirker a Tirkiyeyê şerekî giran heye.

Ji aliyê din de derdora gundê Naza yê girêdayî bajaroja Meydankê ya Şerayê jî aliyê balefirên şer ên Tirkiyeyê tê bomberdûmankirin.

16:36

QSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk hovîtiya DAÎŞ’ê derbas kiriye û têkildarî êrîşên wê yên li ser sîvîlan banga lêpirsinê li saziyên peywendîdar kir.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;

“Beriya du rojan di 22’ê Sibata 2018’an de karwanekî welatiyên sivîl ên herêmên Bakurê Sûriyeyê ji hemû pêkhateyan derbasî Efrînê bûn, da ku piştgiriya berxwedana serdemê bikin û hovîtiya terorê şermezar bikin.

Lê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê li rex hemû dîmenên kuştin û lîstina bi cenazeyên sivîlan bi xwîneke sar, nikaribûn xwe li hemberî vê hevgirtina welatiyan ragirin. Tevî vê yekê welatiyan bi israr berê xwe dan Efrînê û dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê karwan bi awayekî rasterast topbaran kir û di encamê de ciwanek şehîd bû û 12 welatiyên din jî birîndar bûn.

Weke her car dewleta Tirk hewl dide rastiyan berevajî bike û rayedarên wê derketin ser ekranên dezgehên çapemeniyê û îdîa kirin ku ev karwanê welatiyan, karwanekî çekdar e. Ev îddîa li ser zimanê serokê Tirkiyeyê û serokê artêşa Tirkiyeyê hate belavkirin.

Em bang li raya giştî, sazî û rêxistinên peywendîdar dikin ku lêpirsînekê di derbarê vê sûcdariya Tirkiyeyê de pêk bînin. Em weke QSD’ê amade ne, di xebatên lêpirsînê de alîkar bin.”

14:45

 

14:35

 

13:11

YPG'ê dîmenê çalakiya li Ezazê weşand

Şervanên YPG û YPJ‘ê şevê din li derdora gundê Merîn ê Ezazê çalakiyeke li dar xistin. Di encamê de hejmarek ji leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê dîmenê çalakiyê weşand.

 

12:44

 

12:16

 

11:19

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, duh bi şev bombe li gelek herêmên Efrînê barandin. Li ser encama van êrîşan agahiyeke zelal bi dest neket.

11:18

 

11:18

 

11:18

 

11:17