Şervanên YPG/YPJ'ê: Emê Efrînê ji Erdogan û çeteyên wî re nêhêlin

Şervanên YPG/YPJ'ê diyar kirin ku ne tenê Efrînê, ew ê tevahiya Kurdistanê li Erdogan teng bikin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji El-Qaîdeyê da hev, ku ji wan hebû wê 3 rojan bikevin Efrînê ev bû 28 roj dike nake nikarin bi pêş ve biçin. Di hewldana dagirkirina Efrînê de van rojên dawî êrîş herî zêde li gundên navçeya Cindirêsê hatin kirin. Şervanên YPG/YPJ'ê yên li vir dibêjin ku dewleta Tirk hewl dide bi balafirên şer û hêza teknîkî encamê bigre û diyar kirin ku artêşa Tirk nikare sîng bi sîng li hemberî wan şer bike.

Şervanên YPG/YPJ'ê yên li gundên bi ser Cindirêsê de li mewziyan e 15'ê Sibatê di roja 27'emîn a berxwedanê de ji ANF'ê re axivîn. Şervana YPJ'ê Kurdistan Amara di destpêka axaftina xwe de komploya navneteweyî ya li hember gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku hêzên komploger îro bi êrîşên li hember Efrînê komployê berdewam dikin."

Kurdistan Amara dibêje ku li Efrînê berxwedaneke bêhempa heye, bi vî awayî ew ê Kurdistanê ji Serokkomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan re teng bikin û wiha pê de çû: "Li vir berxwedaneke mezin heye. Şahadet jî dibin, lê şervanên YPG/YPJ û QSD'ê berxwedaneke dîrokî pêk tînin. Bersiveke mezin didin dewleta Tirkiyê. Erdogan ber bizanibe ne tenê Efrînê, tevahiya Kurdistanê em ê jê re heram bikin. Erdogan û çeteyên xwe li Kobanê çawa têk çûn, li Efrînê wê zêdetir wenda bikin."

'EM EFRÎNÊ JI ERDOGAN Û ÇETEYÊN WÎ RE NAHÊLIN'

Şervanê YPG'ê yê bi navê Aslan Elî dibêje ku dewleta Tirkiyê bi wan re nakeve şerê sîng bi sîng û wiha dewam dike: "Li hember êrîşên Tirkiyê em navçeya Efrîn Cindirêsê diparêzin. Erdogan got ku ew ê di 3 seatan de Efrînê bigre, lê îro rja 27'emîn e. Hê jî weke adetê bipêş neketine. Heke Erdogan ewqasî wêrek be, bila werê bi me re sîng bi sîng şer bike. Moralê me gelekî bilind e, em li ber xwe didin. Moralê me wê ti carî jî nekevê xwarê. Em ê Efrînê ti carî ji Erdogan û çeteyên wî re nehêlin."

BERXWEDANEKE DÎROKÎ YE

Fermandarekî YPG'ê Gelhat Kobanê berxwedana hevpar a bi gel re bi van gotinan tîne ziman: "Ev 27 roj in li Efrînê li hember tenq, top, balafiran berxwedaneke dîrokî tê dayîn. LI hember êrîşên dijmin em weke yekîneyên biçûk û bi tevlîbûna gelê xwe, em li hember tenq, top û balafirên wan li ber xwe didin. Cindirêsê navçeyeke biçûk e û ev 25 roj in bênavber tê bombekirin. Gelê me xaka xwe ne terikand û berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Em jî gelê xwe diparêzin. Rastî berxwedaneke bêhempa heye. Hê jî ji bejahiyê nikarîbûn bi me re şer bikin. Bi balafiran êrîşî me dikin. Bi vî awyî dixwazin bi ser bikevin. Gelê me û şervanan gelek moral girt ji ber ku dijmin nikarîbû ji bejahiyê pêşbikeve. Moralê me hertim bilind e û em ê bi vî moralî serbikevin."