QSD: 2 panzer û wesayîteke leşkerî yên artêşa Tirk û çeteyên wê hatin rûxandin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên berxwedana serdemê ya Efrînê ya 24 saetên dawî eşkere kir.

Navendê Ragihaninê ya Hêzên Sûriye ya Demokratîk (QSD) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 2 panzêr û wesayîteke leşkerî yên arêtşa Tirk û çeteyên wê rûxandine, dîsa 2 çete hatine kuştin û 5 çete jî birîndar kirine.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

EFRÎN/NAVENDA BAJÊR

Îro saet di 12:00 de artêşa dagirker a Tirkiyeyê bi çekên giran gundê Ênhecerê yê girêdayî bajarê Efrînê topbaran kirin.

CINDIRÊSÊ

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê navneda Cindirêsê bi çekên giran ji saet 15:00’an ve heta derengiya şevê gulebaran kirin.

Artêşa dagirker a li aliyê gundê Dêwa ve duh hewl dan pêşve werin rastî bersiva şervanên me hatin û di navbera şervanên me û dagirkeran de şer rûdan û heta saet 11:00’an berdewam kirin. Dagirkeran îro jî saet di 12:00’an de xwestin êrîş bikin û di encamê de şer qewimî û heta dema amadekirina vê raporê jî berdewam dikir.

Di heman demê şer de jî artêşa dagirker û bi çekên giran gundê Til Silorê topbaran kirin û heta dema amadekirina vê raporê topbaran li dijî heman gundî berdewam dikir.

ŞERA

Eniya gundên navçeya Şera ji duh piştî nîvroj ve heta saetên derengiya şevê bi çekên giran ji aliyê dagirkeran ve hate topbarankirin. Bi taybet li dijî gundên Çema û Omera hatin topbarankirin.

Hêzên dagirker ên ku li eniya gundên Sarîncek û Duraqliya xwestin pêşve werin rastî bersiva şervanên me hatin û di encamê de şer qewimî. Li vê eniyê şer heta dema amadekirina vê raporê berdewam dikirin. Di encamê de şervanên me li vê eniyê panzêreke BMB bi temamî teqandin.

RECO

Li eniya gundê Bilêlka û girên derdorê şerê dijwar di navbera hêzên me û dagirkeran de rûdan. Di heman demê de hêzên dagirker bi çekên giran duh ji saet 19:00’an ve heta saet 21:00’an topbaran kirin. Şervanên me piştrast kirin ku dagirkeran li vê eniyê derbeyên giran xwarin.

Li eniya gundên Edema û Elbîskê hêzên me çalakiyeke bi bandor pêk anîn û di encamê de wesayîteke leşkerî ya dagirkeran bi temamî teqandin û 2 çete hatin kuştin û 5 çete jî birîndar bûn.

Li eniya devera Kaniya Batmanê hêzên me panzêreke dagirkeran kirin hedef û bi temamî rûxandin.

ŞIYÊ

Li eniya gundê Çeqela Jorîn di saetên sibê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şer rûdan. Şer heta dema amadekirina vê raporê berdewam bûn.”