Cenazeyê 16 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ spartin axê

Welatiyên Efrînê bi merasîmekê bi heybet cenazeyê 16 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê.

Bi sedan welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên şervanên QSD/YPG/YPJ′ê û Hêzên Xweparastinê ″Mihemed Şêxo (Rêbar Kobanê), Elî (Egîd), Xetîb (Karker Kurdistan), Behrî (Tolhildan Agir), Egîd Mihemed (Egîd Efrîn), Ehmed Sîno (Mustefa Efrîn), Ebdulrehman Nesan (Xelîl Efrîn), Şorzan, Azad Micîco (Azad Efrîn), Ehmed Sultan (Namir Çiya), Ebdullah Xelo (Şervan Berçem), Gulbihar Ebdulreman (Berfîn Amed), Hêvîn Îbiş (Viyan Soran), Rokan Hebeş (Zên Efrîn), Mihemed Mûsa û şehîdê sivîl Mehmûd Berazî″ ji nexweşxaneya Avirîn wergirtin û ber bi goristana Şehîd Avesta Xabûr a dikeve gundê Kefer Şêlê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo birînana şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Racoyê Hacer Miho axivî û da zanîn ku dayîkên şehîdan şopdarên rêya zarokên xwe ne. Hacer wiha domand, ″Gelê Efrînê li hember êrîşên dagirkeriyê berxwedaneke bêhempa dikin û wek şêran axa welatê xwe diparêzin.″

Di berdewama merasîmê de Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM′ê Asya Abdullah jî axivî û diyar kir ku gelê Efrînê di roja 28′emîn de li hember top û bombeyên dewleta Tirk li ber xwe didin û serkeftinê mezin bi dest xistin.

Asya her wiha anî ziman ku Berxwedana Serdemê planên AKP′ê yên guhertina demografiya herêmê bin xistin û wiha got; “Efrîn beşek ji axa Sûriyeyê ye. Axa Efrînê bi xwîna zarokên wê yên ku li eniyên pêş şerê rûmetê dikin, hat avdan.″

Di dawiyê de cenazeyê şehîdên azadiyê bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan li goristanê hatin veşartin.