Bi hezaran kes bangî NY kir: Komkujiya li Efrînê bisekinînin!

Bi hezaran kes di çarçoveya meşa dirêj a Lozan-Cinêvê de bi mîtîngekê li ber NY li hev civiyan, bang li NY kirin ku komkujiya li Efrînê bisekinîne û daxwaza azadiya Ocalan kirin. Muslim jî peyama ‘Yên li ber xwe didin wê serbikevin’ da.

Meşa dirêj ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga li Neteweyên Yekbûyî ya ji bo rawestandina êrîşên li ser Efrînê di 12’ê Sibatê li bajarê Lozan a Swîsreyê destpêkir, di çarçoveya meşa dirêj a Lozan-Cinêv de li ber Netewên Yekbûyî mîtîngekê lidardixin. Mîtîng dibin pêşengtiya Platforma Xwedîderketina Efrînê ya Ewropa ku ji 82 sazî û rêxistinan pêktê, di nava wan de zêdetirî 1000 kes ku 200 enternasyonalîstên ji gelek welatên Ewropa, rojnamevan, siyasetmedar û akademisyenên ji Tirkeye û 4 parçeyên Kurdistanê beşdar bûn.

Berxwedêrên ji her temenî û her baweriyê beşdarî mîtîngê bûyîn pankartên li ser nivîsa ‘NY komlujiya li Efrînê bisekinîne’ , ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu’ vekirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG û YPJ’ê rakirin. Di mîtîngê de bê navber dirûşmeyên ‘Her der Efrîn, Her der berxwedan’ , ‘Bijî Serok Apo’ , ‘NY komkujiyan bisekinîne’ , ‘Terorîst Tirkiye’ û ‘Kujer Erdogan’ hatin berzkirin.

‘LI EFRÎNÊ NIRXÊN MIROVAHİYÊ TÊ PARASTIN’

Di mîtîngê de hêrsa gel ya li dijî bêdengiya NY ya li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê derket asta herî jor û wiha hate gotin; “Desthilatdarên beriya 19 salan Ocalan esir girtin, îro li Efrînê dixwazin sîstema ku bi felsefeya Ocalan hatî avakirin tine bikin. Weke gelên cîhanê em destûra cê nadin û dîlgirtina Ocalan em qebûl nakin.”

MUSLIM: MIROVATÎ Û HOVITÎ ŞER DIKIN

Berdevkê Têkiliyên Derve yê PYD’ê Salih Muslim silav dan meşvanan û wiha axivî; “Li Efrînê berxwedan dewam dike û gel wê bi hevre li ber xwe bidin û bi serbikevin. Bêdengiya NY ya li dijî êrîşên dewleta Tirk nayê qebûl kirin. Li Efrînê li aliyekê hovitî û li aliyê din jî mirovatî şer dike. Îro weke gelên cîhanê hûn li vir û em jî li Efrînê li dijî hovitiyê li berxwedidin. Bila ti gumanên kesekê çênebin; Yên li berxwe didin wê biserbikevin.”

‘ÊDÎ KURDÊN KU SIYASETÊ DIYAR DIKIN HENE’

Muslim bang li NATO û hêzên navnetewî kir û wiha domand; “Êdî li beramberî we Kurdên ku we tine dihesiband, we ji neditî ve dihatin nîne. Êdî gelê Kurd yê ku siyaseta xwe diyar dike hene. Bila li ti derî li Kurdên ku ji bo leyîstokên xwe bikar bînin negerin. Ya herî giring êdî Kurdekî ku bikirin nemaye. Îro tenê Kurdên ku li berxwe didin û siyastê diyar dikin hene.”

Mîtîng bi axaftinan didome...