Nobeda berxwedanê ya li Xelfetiyê di roja 18'an de ye

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê, nobeda berxwedanê ku li dijî dagirkirina şaredariyan hate destpêkirin 18 roj in dewam dike.

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê, nobeda berxwedanê ya li dijî desteserkirina şaredariyan hatiye destpêkirin di roja 18'an de dewam dike.

Girseya gel serê sibehê li ber avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî li hev kom bû û pankarta bi nivîsa "Ji qeyûman re na, demokrasî" daliqand.

Li gel Hevşaredarên Xelfetiyê Mehmet Karayilan û Saniye Bayram, her wiha Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar û gelek kes tevlî çalakiya nobedê bûn.

Li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Xelfetiyê jî pankarta bi nivîsa "Em bi hilbijartinê hatin, bi qeyûman naçin" hate daliqandin.

Li qadê çalakiya nobedê dewam dike.