Li Amedê mêr li dijî tundiya li ser jinê daketin kolanan
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê li Amedê mêran daxuyanî dan çapemeniyê û nerazîbûn nîşanî tundiya li ser jinê dan.
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê li Amedê mêran daxuyanî dan çapemeniyê û nerazîbûn nîşanî tundiya li ser jinê dan.
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê, mêran daxuyanî dan çapemeniyê. Çalakî bi şîara “Jina azad, civaka azad” hate lidarxistin. Mêr li ber AZC Plaza hatin ba hev û daxuyanî dan. Çalakvanan pankarta “Jin jiyan e, zihniyeta zilam xiyaneta li jiyanê ye” vekirin. Polîsan dovîzên ku wêneyên akademîsyen û endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojî Nagihan Akarsel li ser bûn, desteser kirin ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin.
‘POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ TÊ PÊKANÎN’
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Abbas Şahîn di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku tundiya li ser jinan zêde bûye. Şahîn destnîşan kir ku tê xwestin zihniyeta desthilatdariya mêr xurt bê xurtkirin û got, “Zihniyeta ku polîtîkayên şerê taybet pêş dixe, weke qurbanê destpêkê yê vê şerê taybet Gulistan Doku, Îpek Er û bi dehan jin qetil kirin û piştre polîtîkaya bêcezatiyê pêk anî, ev yek nîşan dide ku bi zanebûn kujer tên veşartin.”
Dema ku dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” hate berzkirin, polîsan hewl da bi anonsê çalakvanan asteng bikin.