Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li dijî xespê li Êlihê ye
Endamên Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li dijî tayînkirina qeyûm hate Êlihê, banga mezinkirina piştevaniyê kir û peyama serketinê da.
Endamên Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li dijî tayînkirina qeyûm hate Êlihê, banga mezinkirina piştevaniyê kir û peyama serketinê da.
Endamên Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê bi endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re hatin gel hev. Hunermend û partiyiyan li dijî xespkirina îradeyê li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî dan.
Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz bertek nîşanî dorpêça polîsan da û got: “Sepanên OHAL’ê li vir di meriyetê de ne. Protestokirina xespkirina îradeyê ya ji hêla qeyûm ve mafê sereke ye lê destûr nayê dayin.”
Ji Înîsiyatîfê, Sevînç Koçak jî berxwedana gelê êlihê silav kir û ev tişt anî ziman: “Em bi îktîdareke ku destûra bingehîn nas nake rû bi rû ne. Gel jî bi roja ye li dijî vê xespkirina îradeyê li ber xwe dide. Îktîdareke ku dijminê hunerê ye li pêşberî me ye. Konser tên qedexekirin, dijminatiyê li ziman, çand û xwezaya me dikin. Em ê li dijî vê li ber xwe bidin.”
Metna hevpar a li ser navê Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê hatiye amadekirin jî ji hêla Arzu Fîlîz Gungor ve hate xwendin. Arzu Fîlîz Gungor, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û got ku ew ê tayînkirina qeyûman, derbeyên gelê kurd, parêzvanên mafan û muxalîfan hedef digirin, binpêkirina maf û azadiyan qebûl nekin. Arzu Fîlîz Gungor da zanîn ku berxwedana li dijî xespkirina îradeyê, xespkirina mafên şexsî û azadiyan berpirsyartiya wan tevan e.
Bi domdarî Arzu Fîlîz Gungor bi lêv kir ku îktîdar di rêyên dij-demokratîk de israr dike û ew êdî ji vê re dibêjin “Êdî bes e.” Arzu Fîlîz Gungor, got ku ew bi hêviya rojên ku bikarin bi azad stranên xwe bibêjin, bêyî sansûr diafirînin, mafê wan ê bijartin û hilbijartinê nayê xespkirin û bi hêviya rojên aştiyê li vir in. Arzu Fîlîz Gungor, li dijî qeyûman banga bihevrebûn û piştevaniyê li her kesî kir.
Hevbedevka Komîsyona Ziman Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli jî got ku li dijî ziman, îrade û hunera kurdî êrîşek heye. Cemîle Turhalli, anî ziman ku gel van êrîşan qebûl nake û wiha pê de çû: “Şaredarî, şaredariya gel e. Hezar silav ji gelê li ber xwe dide. Sekna hunermendên ji bo piştevaniyê hatine vê derê girîng e. Li Mezopotamyayê şoreşeke pirçandî çêbû. Li vir jiyaneke pirzimanî û pirçandî naxwazin. Lewma êrîş dikin. Bi hedefgirtina îradeya gel re îktîdar êrîşa herî mezin dike. Qeyûm çima dijminatiyê li kurdî dike? Hevalên îro hatin vê derê, girîngiya piştevaniya şoreşger nîşan dan. Piştevanî dide jiyîn.”
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk jî destnîşan kir ku îktîdara yekperest tehemûla pirdengiyê nake. Gulistan Sonuk, wiha got: “Yên îradeya vî gelî dizîn, di serdemek berê de 3 milyar lîre dizîbûn. Kesên ev dizî kirin, îro polîs derxistine pêşiya me. Dixwazin her kes serî li ber wan bitewîne. Bila li dîroka me binêrin, dê yek kesê serî tewandî nebînin. Vî gelî her tim pir mezin li ber xwe da û dê li ber xwe bide. Dîroka me dîroka berxwedanê û ya wan jî ya şermê ye. Dîroka dizî, xesp û êşkenceyê ye. Paşvegavavêtin bêrûmetî ye. Em ê vê bêrûmetiyê qebûl nekin. Em xwediyên vê xakê ne. Em xwediyên wê şaredariyê ne. Yên biyanî hûn in, hûn ê biçin. Heta em şaredariya xwe distînin dê têkoşîna me bidome. Hezar silav ji xelkê Êlihê re ku bi berxwedana xwe nehiştin faşîzm rakeve. Dê felsefeya jin, jiyan, azadî bi ser keve.”
Girseyê dirûşmên “Jin jiyan azadî”,”Dê qeyûm biçin gel dê were”, “Bijî berxwedana Batmanê” û “Berxwedan jiyan e” berz kirin û stran gotin. Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.