Fermandara YJŞ’ê: Divê hêzên parastina Êzidî bên mezinkirin

Ji Fermandarên YJŞ’ê Axîn Întîkam diyar kir ku divê hêzên parastina civaka Êzidî bên xurtkirin û got, “Hêza ku li dora fikrên Rêber Apo xwe rêxistin dike, li hemberî dijmin têk naçe.”

AXÎN ÎNTÎKAM

Yek ji fermandarên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Axîn Întîkam li ser geşedanên li herêmê, bandora wê ya li ser civaka Êzidî û Şengalê û girîngiya xurtkirina hêzên parastinê ji Rojnews’ê re axivî.

Axîn Întîkam ev tişt gotin, “Divê mehê de navenda Şengalê hate rizgarkirin. Bi vê boneyê hemû şehîdên canê xwe di ber Şengalê de fedakirine û pêşengî ji rizgarkirina Şengalê re kirine bi rêzdarî bibîr tînim. Di salvegera rizgarkirina Şengalê de pîlan û êrîş li ser destkeftiyên gelê me heye. Yên DAÎŞ’ê çêkirin û xwestin Kurdistanê û di navê de Şengalê jî bi temamî tune bikin lê nekarîn, niha bixwe ketine dewrê. Yek ji van dewletan jî delweta Tirke ku bi awayeke hovane êrîş dike. Niha jî hem sedî 45’ê axa Başûrê Kurdistanê dagirkiriye, hem jî bihezaran çeteyên DAÎŞ’ê bi cih kiriye. Ev ne tenê şerekî çekdarî ye. Niha cotkarek Başûrê Kurdistanê ji ber tirsa çeteyên dewleta Tirk nikare bi rehetî biçe nava baxê xwe. Ev yek bi hevkariya xiyaneta PDK’ê tê kirin. Mixabin helwesteke hêzên din jî li hember vê tune ye. Êdî PDK’ê asta xiyanetê derbas kiriye, yekser di nava êrîşên li dijî gelê Kurd de ye.”

‘DIVÊ TI KES LI HEMBERÎ DEWLETA TIRK BÊDENG NEMÎNE’

Axîn Întîkam bal kişand ser bêdengiya li hember planên dewleta Tirk û wiha pêde çû: “Ji derveyî aliyên siyasî yên di hikûmetê de, siyasetmedar, kesayetên Iraqê jî li beramber van êrîşên dewleta Tirk bêdeng in. Ev bêdengî tê wateya destekdayîna êrîşan. Helwesta Iraqê ya li beramber êrîşan rûreşiye. Rojane êrîşê axa Iraqê tê kirin, gelên Iraqê û bi taybet civaka Êzidî rûberûyê metirsiyên cidî ye. Ji derveyî hêza gel ti hêz nikare pêşî li êrîşan bigire. Divê gelê me yê Êzidî û Başûrê Kurdistanê li ber van êrîşan rabin. Ji bo jiyaneke azad, ji bilî derketina li dijî êrîşan ti rêyeke din nîne. Her diçe metirsî zêde dibe û alozî jî kur dibin, divê gelê me rewşa heyî baş fam bikin. Pîlana koçberkirin, talan û valakirina axa me heye.”

‘EGER HÊZA ME YA PARASTINÊ NEBE, EM JÎ NABIN’

Fermandara YJŞ’ê îşaret bi êrîşên li ser Şengalê û şervanên Êzidî û ev hişyarî kir: “Rojane zarokên gelê me, şervan û jin tên hedef girtin. Nabe em çavê xwe ji van êrîşan re bigirin. Şervanên gel, rûmeta we diparêzin, axa we diparêzin, nabe gelê me vêya weke mijareke siyasî dest bigirin. Nabe gel guh bide propagandayên dijmin ên dijî hêzên me yên parastinê. Divê bizanibin eger hêzên me yên parastinê tunebin, emê jî nebin. Pêwîste gel bizane di vê demê de hêzên me yên parastinê xurtkirin karê esasiye. Ji her demê bêhtir jî hêza me heye em civaka xwe biparêzin û xwedî li gelê xwe derbikevin.”

‘YÊ LI DORA RÊBER APO XWE RÊXISTIN BIKE, TÊK NAÇE’

Fermandara YJŞ’ê Axîn Întîkam axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Sîstema me ya bi fikrê Rêber Apo ava bûye, YBŞ û YJŞ jî ti carê serî li ber dijmin ne tewandiye. Divê hikûmeta Iraqê (Sûdanî) û xiyanetkar jî bizanin wê hesabê van pîlanên qirkirinê û destekdayîna dijmin bidin. Em ji hikûmeta Iraqê re jî dibêjin, eger dest ji hevkariya bi dijmin re bernedin wê berdêlên giran bide. Divê gelê me jî bi hêzên xwe bawer be. Ji ber hêzên me xwedî îrade û hêzeke mezinin. Hêzekî fikra Rêber Apo li pişt hebe, wê tu carî li hember dijmin neşike.”