Koordînasyona Kevana Zêrîn ji ber şehadeta şanoger Cuma Xelîl (Bavê Teyar) daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Di nav gengeşeya ku tevahî cîhan tê de karesatên derveyî mirovahî jiyan dike, yê ku bi me mirovan ferqa wate û hestkirina mirovbûnê dide avakirin huner e. Ev huner e ku hêza afirandinê û xwe gihandina lutkeya wateyê bi me mirovan dide avakirin. Hunera mirov ferqa watedayînê ye, hunera mirov ferqa avakirinê ye, xuliqdariyê ye û her wiha hunera mirov helwest, hilbijarde û xîreta herî bi hêz e. Hunermend bi hunera xwe di encama vê hilbijarde, helwest û xîretê ji tevahî mirovên din cuda dibe û rê nişan dide. Nemiriya hunermend bi vî hawî pêk tê.
BENDAVA TIŞRÎNÊ BÛ DIKA WÎ YA HERÎ DAWÎ
Li gorî vê ferasetê hunermendên Kurd her tim ji civaka xwe re, ji mirovahiyê re rênîşaner û hêza wateyê bûne. Tevahî dîroka azadiya Kurdistanê bi mînakên bi vî hawî dagirtîne. Hozan Sefkan, Hozan Serhed, Hozan Mizgîn, Sarya Baran û bi dehan navên din ên pîroz rênîşanerê vê yekê ne. Û herî dawî jî hunermendê şanoger, Cuma Xelîl ku tevahî hezkiriyên wî, ew weke Bavê Teyar nas dikirin, mînaka herî nêz, rûmeta herî qedirbilind a vê dîrokê bû. Şanoya xwe li jiyana xwe barkiribû. Jiyan ji bo wî dikeke berfireh, kur û bi wate bû. Ji ber vê, heqîqeta jiyanê li ser dikê, li kolan û her devereke jiyanê rolên xwe yên şanoyê ji dil û can leyist. Herî dawî jî vê erka xwe ya pîroz, vê rênîşaneya xwe ya helwesta hunermend, di eniya parastina welatê xwe de, di eniya parastina ramanê azadiyê de nişan da. Dika wî ya herî dawî Bendava Tişrînê bû, ew bendav bû ku êdî weke bendava berxwedanê, bendava şehîdan dihate binavkirin. Bendava Tişrînê kire dik ji hilbijardeya xwe ya azadiyê re, ji helwesta xwe ya li hemberî dijminê ax û gelê xwe re û vê di rolê sereke de di eniya herî pêş de bi cîh anî. Û di wê eniya herî pêş de şehîd bû.
ROLA BERXWEDÊREKÎ BI DILÊ XWE LÎST
Bi vî hawî bû parazvanê mirasa hunermendiya azadî û rûmetê. Bi vî hawî nişan da bê nemiriya hunermendê Kurd çawa ye. Bi vî hawî herî dawî rolê berxwedêrekî bi dilê xwe leyist. Şanogeriya Kurd a ku ji Şehîd Sarya Baran, Baran Sarya, Yekta Herekol û Hêvî Şanogeran ve weke mîraseke bêhempa xwe gihandibû heta roja me ya îro, di şexsê Bavê Teyar Cuma Xelîl de di vî şerê rûmet û azadiyê de gihîşte lutekeyê.
BANGA XWEDÎDERKETINA LI XÎRET Û HELWESTA BAVÊ TEYAR
Em weke Komîteya Kevana Zêrîn, bi vê şehadete, ji bo bilindkirin û parastina vê mirasa bêhempa ya şehîdan xwe bêtir berpirsiyar dibînin. Şehîdên me ku rîşaneyên me ne raserî her tiştî ne. Her wiha em bang li gelê xwe jî dikin da ku xwedî li wê helwest û xîreta ku Bavê Teyar heta kêliya dawî jî bi dil û can pêk anî derkevin. Bang li tevahî hunermendên azadîxwaz û xwedî hilbijardeya jiyana azad û rûmetê ne jî dikin da ku li derdora wateya şehîd Cuma Xelîl Bavê Teyar derkevin.
Hunera me ji bo azadiyê ye, hunera me ji bo jiyana bi rûmet e."