HEVPEYVÎN

Sozdar Avesta: Eger ew dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, divê gav bavêjin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwedî nexşerêyekê ye, lê dewlet ne zelal e û got, “Eger dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, divê gav bavêjin û hîn cidîtir nêz bibin.”

SOZDAR AVESTA

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di Bernameyeke Taybet de ku li Stêrk Tv hate weşandin, têkildarî rojevê nirxandin kir.

Sozdar Avesta bal kişand ser hevdîtinên di pêvajoya dawî de bi Rêber Apo re hatine kirin û destnîşan kir ku AKP ne zelal e. Avesta diyar kir ku piştî hevdîtinan her tişt bûye rojev, lê mafên Rêber Apo nehatine nîqaşkirin û got, “Eger bi rastî jî dixwazin çareseriyekê pêş bixin, divê demildest şert û merc ji bo Rêber Apo bên afirandin. Divê bi temamî tecrîd rabe. Divê şert û mercên azadiya fîzîkî, ewlehî û tenduristiyê ji bo Rêber Apo bên afirandin ku ew jî bikare pêvajoyê bimeşîne.”

Avesta bi bîr xist ku Erdogan pêvajoya di sala 2015’an de qurbanî desthilatdariyê kir û anî ziman ku Erdogan di vê demê de jî ji bo berjewendiyên xwe hin kesên din da pêş û bi rengekî durû tevgeriya. Avesta diyar kir ku bi taybetî Erdogan û AKP timî zimanê gef û şantajê bi kar tîne û destnîşan kir ku gelê Kurd ji van gotin û gefan re ne biyanî ye.

Avesta diyar kir ku li aliyekê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaş tên kirin, lê li aliyê din jî êrîşên mezin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin û anî ziman ku weke Tevger û gelê Kurd ew ê dest ji têkoşînê bernedin. Sozdar Avesta bang li gelê Kurd ê li parçeyên din ên Kurdistanê û yê li Ewropayê kir ku hîn zêdetir piştgiriyê bidin berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Sozdar Avesta diyar kir ku bi taybetî berxwedana li Bendava Tişrînê pir girîng e.

Hevpeyvîna bi Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta re, bi vî rengî ye:

*Di 28'ê Kanûnê de şandeya DEM Partiyê berê xwe da Îmraliyê. Li wir hevdînek çêbû. Di vê hevdîtînê de Rêber Apo deklarasyonek ji 7 xalan pê dihat parve kiribû. Li kelêkê wê ji bo şandê bi hemû aliyan re hêvdîtîn pêk bîne xebatek bi hêz jî hate meşandin. Em bi çavderiya xwe lê mêze dikin, nêrînên êrenî û nêyinî jî hene. Lê ger ku em nêrînê we bigirin, bi rastî di vê demê de hewldan û keda Rêbertî ya ji bo pêvajoyekê çareseriyek mayîndê çêbibe çawa tê xwendin? Ev pêvajo niha çawa tê meşandin? A herî girîng jî ber bi ku ve diçe?

Spas dikim. Berî ku derbasî pirsa we bibim; taybet niha êrîşekî pir dijwar li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê, li ser Bendava Tişrînê heye. Di encamê van êrîşên faşîzan a dewleta Tirk û çeteyên wî de 6 welatparêzên me yên hêja û birûmet di rojekê de şehîd bûn. Di nav van şehîdan de şanogerê Kurd ê navdar ku yê pirsgirêkên civaka me bi rengekî şanogerî gel dida fêmkirin, Bavê Teyar jî hebû. Dîsa pêşeng û têkojina serhildêr rêvebira PYD'ê Menîce Heyder û bi wan re 4 welatparêzên me yên din jî şehîd bûn. Ez her 6 şehîdan bi rêzdarî û bi hûrmet bibîr tînim. Ji malbata wan re sersaxî dixwazim. Dîsa tevahî gelê Kurd û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê re jî dibêjim, bila serê wan sax be. Ji birîndaran re şifayê lezgin dixwazim. Ev êrîşa namerdanê, birastî jî bi awayek alçaxtî li ser civakan tê ferzkirin. Dijmintiya ku li hemberî gelê Kurd dikin, di çi astê de didin meşandin, li pêş çavê hemû cihanê raber dikin. Ez bawer dikim di nava herîkîna bernameyê de li ser vê bisekînin. Şehîdên me yên bi vî rengî wek leheng, pêşeng û zanistên civakê ne, yanî yên rewşenbir, şanoger, siyasetmedar, jin, ciwan pêşengiya vê berxwedanê dikin hene. Dewleta Tirk ji ber vê tola xwe ji gelê Kurd digire. Ez vê êrîşê bi tundî şermazer dikim û dibêjim, ew ê tu carî nikarin îradeya azad têk bibin.

Bi rastî wekî we pirsê de jî got, di 28'ê Kanûnê de heyetek çû Îmraliyê. Pêvajoyek beriya wê jî hebû. Berî wê 1'ê Cotmehê di parlementoya Tirkiyê dema vekirina sala nû de Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî, çû cem koma DEM Partî û silav da wan. Ji 1'ê Cotmehê vir ve nîqaşek pir cuda li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê tê maşandin. Ev nîqaş di 23'ê Cotmehê de bi hevdîtîna malbatê ya Rêber Apo re guherî mercek cuda.  Piştre hevdîtîna heyeta DEM Partî ya bi Rêber Apo pêk hat. Ev pêvajo hemû bi hev û du re girêdayî ye. Pêwîste bi giştî were destgirtin. Di vê pêvajoyê de nîqaşên ku tên pêşxistin, pêyamên ku Rêber Apo dan, bêguman gelek girîng in. Şert û mercên Rêber Apo tê de ye, taybetî jî ji 2015'an vir ve li girava Îmraliyê tecrîtekê pir dijwar û şidandî tê maşandin. Hemû têkiliyên Rêber Apo hatibû qutkirin. Di nava zindanê de jî di hucreyekî de dihat girtin. Ruxmî van jî peyamê ku Rêber Apo da, carekê din li tevahî rayagiştî û gelê Kurd, dostên gelê Kurd û kesên ku bi pirsgirêka Kurd re jî mijûl dibûn matmayî hîşt. Lewre dîtîn ku Rêber Apo li rojevê çawa serwer e. Rêber Apo li ser pirsgirêka Kurd û çareseriya Rojhilata Navîn lêhûrbûnek pi kur di xwe de avakiriye. Çareseriyê hîn zêdetir yekpare kiriye. Di hişmendiya demokratîkbûnê de wek rafînebûnek jiyan dike. Di hemû awayên teorîk, siyasî, hiqûqî, civakî de fikrên xwe hîn rafîne kiriye. Lihevhatinek civakî li ser kîjan esasan divê were kirin, Rêber Apo di wan 7 xalan de pir zelal bilêv kiriye. Him erkên parlemento çi ye, erkên partiyên siyasî, desthilatdaran çi ne û disa partiyê siyasî yê ku wek îradeya gelê Kurd di qada legal de têkoşîn dike, erkê wan çi ye van pir baş daniye holê. Wekî Rêberê gelê Kurdistanê û şoreşa gelê Kurd Rêber Apo di vir de pozîsyonê xwe pir zelal danîye holê. Ji bo ev mijar bi vî rengî were nîqaş kirin, gelê Kurd û dostên gelê Kurd têkoşînekê bêhempa meşandin. Heta niha jî ev têkoşîn berdewam dike. Di encamê vê têkoşînê de ev pêvajo destpê kir. Heger ev têkoşîn serkeftî nebûya, ev têkoşîn wisa berbelavî tevahî parzemînan nebûya ev pêvajo destpê nedikir. Ev têkoşîn  wek şeqemekî li rûyê dewleta qirker a ku terorê li ser gelê Kurd dida meşandin neketiba û ev berxwedan nehatiba nîşandan ev pêvajo destpê nedikir.

10 salên dawî bênavber li ser gelê Kurdistanê û dostên wan terorê didan meşandin. Niha nav li vê pêvajoyê didin. Desthilatdarê niha dibêje, Tirkiyeyekê bê teror. Hevalên din jî vê anîn ziman. Tu kes weke me li hemberî dewleta Tirk pêvajoyekê bê teror nexwestiye. Ji ber ku me ji herkesî zêdetir ji terora dewleta Tirk zirar dîtiye. Dewletê çiqas teror ser me meşandiye, gelê Kurdistanê, jin û gelên bindest  hemû dizanin. Ev sed sal in li ser Kurdistanê terorîzmek pir zêde tê meşandin. Yanî heger terorîzma dewleta Tirk tunebûya dibe ku niha, pêwîstî bi pêvajoyek wiha jî tunebûya. Yanî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, dibe ku çek jî destê wê de tunebûya. Çima hate vê astê? Di destpêkê derketina vê tevgerê de çek destê wî de tunebû. Tundî bikar nedianî. Li ku derê ev pêvajo hîşt ku gelê Kurd xwe biparêze? Yanî çeka ku girt destê xwe jî çeka parastinê bû. Li dijî kesên din çek hilnegirtiye. Ji bo biçe li ser kesên din û welatê hinekê din dagir bike çek ranekiriye. Berovajî li ser gelê Kurdistanê dagirkerî hebû. Qirkirin û talan dihat meşandin. Hemû cure zilm dihat meşandin. Ji bo vê Tevgera Azadî neçar ma û ji bo parastina xwe dest avêt çêkê. Îro jî ji bo pêvajoyekî lihevhatin û çareserî pêş bikeve hewl dide. Ev 40 sal e Rêber Apo di vê xatê de têkoşînek dide meşandin. Heger ku em li ser ked, sekn û helwesta Rêber Apo bisekînin, Rêber Apo ev 40 salê ku dest avêtinê şer de, her tim di nav lêgerîna çareseriyê de bû. Rêber Apo ji bo çareseriyek pêşbikeve wek amûrek vê da meşandin. Mesela di 1993'an de dema serokomarê Tirkiyê Tûrgût Ozal bû, wê çaxê bi navbeykariya siyasetmedarê Kurd Mam Celal pêvajoyek destpê kir. Di pêvajoya 1993'an de jî Rêber Apo xwedî biryar û xwedî hêz bû. Bixwe bawer bû. Ji ber ku dewlet çareserî nedixwest Tûrgût Ozal hate kuştin. Pêvajo têk çû. Ji ber vê dema Rêber Apo vê pêvajoyê dinirxîne, diyar dike ku pêvajoyên derbasbûyî baş girtiye dest encam ji wan derxistiye. Got, 'ez ji hemûyan re amade me. Gelê me Rêber Apo wek muxatab da nîşandin. Dostên gelê Kurd Rêber Apo wek muxatab nîşandan. Rêber Apo ji bo vê pirsgirêkê çareser bike, hêza xwe hemû seferber kiriye û dixwaze vê pêvajoyê ser bixe. Rêber Apo planek pêşkeş kir. Got, 'biçin bi partiyên siyasî re hevdînan çêkin û piştgirî bigirin.' Ev çêbûn, hinek daxuyaniyên pozîtîf jî derketin. Lê bes di kiryar de gavên bên avêtin nehatin avêtin. Gava yekemîn çi ye ku were avêtin? Rêber Apo got, 'derfet bidin min ez ê şer û pevçûnê bidim sekinandin û ji zemîna şer dikarim bînim zemînekî siyasî û hiqûqî. Ji bo ev çêbibe pêwîste meclîs bikeve dewre. Mesela dive ji bo ser wan 7 xalan were sekinandin li meclîsê komîsyonekî were avakirin. Divê komîsyonekî xwedî peywîr û erkdar be. Dibe ku komîsyon were çêkirin jî. Lê nîqaşek wisa nîne. Nîqaş hebin jî tenê di gotinê de dimînin. Ew jî têne çi dixin nîqaşê. Bi taybetî jî çapameniya şerê taybet vê pêş dixe. 'Wê PKK tavilê, îro çek berde an?' Vê nîqaş dikin û bi zimanekî jahrî bikar tînin. Bi vî awayî êrîş dikin. Bi propagandayekî ku li daîreya şerê taybet hatiye amadekirin, dixwazin vê pêvajoyê reş bikin. Hinekan jî dixwazin mij deynîn ser û bixitimînin. Ev kesên ser şer jiyan dikin û behtir dijmintiya gelan dikin vê yekê dikin. Jiyana xwe bi vê derbas dikin. Hinek kesên ku nahêlin çareserî pêş bikeve, wan ji xwe re bikar tînin. Li dijî vê divê têkoşînek mezin were pêşxistin. Her tişt nîqaş dikin, lê mafê nîqaşê nadin Rêber Apo. Heger ku rastî jî pêvayekê dixwazin pêşbixin, divê demîldest şert û mercên Rêber Apo rast bikin û tecrît bi giştî rakin. Rêber Apo divê bikaribe di şertên azad, ewle û tendûristiya baş be de were girtin. Dive şert û merc hebin ku Rêber Apo bikaribe tevlî vê pêvajoyê bibe. Yanî divê Rêber Apo rojnamevanan re bikaribe fikra xwe parve bike. Divê şertên Rêber Apo were başkirin ku bikaribe xitabî rayagiştî bike. Yanî li ser navê Rêber Apo tiştek nîne ku nabêjin. Muxatebê vê pirsgirêkê Rêber Apo ye, lê Rêber Apo di bin tecrîtê de ye. Ji ber vê pêvajo li ser nîqaşekî, li ser lingekî tê meşandin. Li gorî çarçoveya desthilatdarê heyî, taybetî jî AKP'ê di vê mijarê de duduliyek jiyan dike û ne zelal e. Heyet jî got, dewlet hîn ne zelal e. Ji bo ku ev were zelalkirin, hîn zêdetir heger dixwazin di vê pêvajoyê de çareseriyê pêşbixin, dive di serî de şert û mercên Rêber Apo were sererastkirin, zimanê xwe sererast bikin û rêz bigirin. Ji bo ev pêvajo encam bigire divê cidî nêz bibin. Yanî bi wê cidiyeta ku tê xwestin nêz nebin çi jî bêjin encamek jê dernakeve. Nîqaşên ku çêdibin, nîqaşên encamgir nînin. Xizmetî çareseriyê nakin. Divê li dijî van jî têkoşînek mezin were meşandin. Divê van êrîşên dewletê li hemû deveran were sekinandin. Bi taybet jî li ser Rojnamevan, girtinên çêdibe, êrîşên li ser Rojava, êrîşên gerîla, tecrîtê ku dimeşe divê ji holê rabin. Parêzerên Rêber Apo her heftê serî lê didin, malbat her hefte serî lê didin. Lê nahêlin hevditîn çêbe. Niha ji bo azadiya Rêber Apo pêngavek tê meşandin. Daxwaza gel ev e.  Niha hin kes dîsa ji konseya Ewrûpayê re name şandin. Ji bo ku Rêber Apo bi awayek azad beşdarî vê pêvajoyê bibe name şandin. Yanî ev têkoşîn helbet divê berdewam bike. Nîqaşên ji bo çareserî pêş dikevin û heyet diçe gel Rêber Apo, divê nehêle ku têkoşîn sist bibe. Pêngavê ku ji bo azadiya Rêber Apo tê meşandin dikeve sala xwe ya duyemîn. Hinekî gihîşt armanca xwe, lê em wisa sist bikin, wê encamek nebaş bîne. Berovajî divê hîn zêdetir têkoşîn were meşandin. Heta li ser ê hemberî bandorek bike divê berdewam bike. Ji bo ku ew jî gav bavêjin. Divê ji bo ev pêngav bigihîje encamê û ji pirsgirêka Kurd re çareserî çêbe, divê ev pêgava kûrevî hîn zêdetir were dewlemendkirin û mezinkirin.

*Di pêvajoya 2015'an de dîsa ji bo çareseriyê xebatek hat meşandin. Di 27'ê sibatê deklarasyonek hatibû dayîn. Ligel ku cigire Erdogan bixwe jî tê de bû, got agahiya min jê nîne û xera kir. Niha bêguman Tevger jî her tim bilêv dike ku ji her demê bêhtir gelê Kurd bihêz e û amade ye. Lê ji bo ku carekê din rû bi rû tiştekî wiha neyên, ji bo carekê din kes nikaribe xera bike, girîngiya destûr û zagonek nû çiqas heye? Dive herkes çawa kar bike?

Wekî Tevgera Azadî temsîlê me û muxatabê me Rêber Apo ye. Rêber Apo vê di helwesta xwe de raber kir. Got, 'ez amade me.' Îşte deklarasyonek jî 7 xalan pêk tê parve kir. Lê bes ê hember çiqas ji vê re amade ye û dive çi bike, di vê em hîn zêdetir ser vê bisekînin. Di 28'ê Sibatê 2015'an li Dolmabahçe daxuyaniyek hate dayîn. Heyeta wê demê HDP'ê bû. Wisa hat kirin ku herkes digot, êdî ev pêvajo ber bi çareseriyê ve diçe. Baweriyek jî da. Lê bes Erdogan gelekî berjewendiyê partiya xwe fikirî. Niha hinek gotinên çareseriyê jî tîne ziman. Li gorî konjenktur û demê dibêje, lê di zihniyetê de hîn xwe îqna nekiriye. Hîn risk nadin berçavan. Jixwe rîska çareseriyê jî nîne. Ku vê pirsgirêka sedsalî çareser bike, ew dikare bibe lîderê herêmekê mezin. Di navbera gelê Kurd û Tirk de aşitiyekî binirx û birûmet pêk were, Tirkiyê û Kurdistan di Rojhilata Navîn de wê bibe stêrkekê diteyisê. Bingeha vê jî heye, dikare pêk were. Tu carî Tevgera Azadî bi gelê Tirkiyê re tiştek neyîni jiyan nekir. Berovajî ewqas li ser gelê me tundî hatin meşandin jî Tevgera Azadî tim wek tevgerekê gelan û enternasyonal rolekê lîst. Ji ber vê niha carekê din wisa xuya dike ku Erdogan berjewendiyê xwe yê  dubare were hilbijartin difikire. Di hefteyên beriya vê de civîna koma partiya xwe de axavtinek kir. Çû Amedê û axavtinek kir. Di aliyê dîrokî de ji bo gelê Kurd û Tirk hinek tişt anîn ziman. Pey re çû Rihayê û bi devê Îbrahîm Tatlises berandamtiya xwe ya Serokomarî îlan kir. Ewqasî pragmatist e. Ewqas berjewendiya xwe difikire. Ev di gel û raya giştî de dudilî ava dike. Ev çiqas ji bo pêvajoyê amade ne wê dide diyarkirin. Her roj anket çêdike, eceba dengê min ketin an rabûn. Mesela pêvajoyên berî vê jî qurbanê desthilatdariya xwe kir. 2015'an jî wê got, mînak e. Vê care dibêje, min ferman daye û hevalên min wê li ser bixebitin. Em şîrove bikin, lewre ev ferman di serê mirov de pirsan çêdike. Ji bo çareser bike an dixwaze bi rêbazên qirkirinê encam bigire ferman dide? Niha li ser gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê tiştê ku dimeşîne, eceba ji ber vê fermanê ye? Yanî fikir, zikir û çalakî lazime bibe yek. Heger fikra wî qirkirin be, wê çaxê zihniyet jî ev e. ji bo vê ev pêvajoyê ku dimeşe, heta niha tiştek zelal jê derneketiye. Li vir gelek nakokî jî hene. Wek gelê Kurd, wekî Tevgera Azadî daxuyaniya tevgera me çêbûn. Tevgera me wek PKK û KCK'ê daxuyanî dan. Gotin, em Rêber Apo muxatabê vê pirsgirêkê dibînin. Yê ku li hemberî Rêber Apo ne, ên ku vê pêvajoyê care berê xera kirine, li wan binêrin. Ji bo vê jî em mêze dikin, di nav vê de hinek nêzîkatiyên konjekturel jî rol dilîzin. Ji 27'ê Mijdarê şûnde li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî di 8'ê Kanûnê de têkçûna rejîma Sûriyeyê gelek guhertin çêkirin. Gelek hêzên hegemonîk di herêmê de bi hevsengiyên cuda nêz dibin. Kurd di vê hevsengiyê de aktorekî esasî ne. Herî dawî mesela di bernameya heval Cuma de pir eşkera helwesta Tevgera me hate diyarkirin. Kurd ne bê alternatîf in. Kurd ne Kurdê bêçare ne. Yanî, 40 salê têkoşîn didin meşandin. 52 salê di xeta Rêber Apo de zanabûnek wan heye. Ji ku derê heta vir hatin, em hemû baş dizanin. Dibê herkes vê bizane. Kurdan nedixwest, an jî Tevgera Azadî nedixwest çek hilgire. PKK salên 1980'î di zindanê Amedê de bû. Kemalan, Mazlûman, Sarayan, Akîfan, Alîyan bedenê xwe dan ber birçibûnê. Zilm li ser wan hebû, ma çek girtin destê xwe. Salê 1980'î bû. Lê belê bi tundiyekî dijwar çûn ser wan û maf nedan wan. Hemû ji komkujiyê derbas kirin. Gelê Kurd ji bo parastina xwe van çekan hilgirtiye. Madem dixwazin divê riyekî vê hebe, divê ew jî xwe sererast bikin û hîn cidî nêz bibin. Wisa bi gef, şantaj û gotinan nabe. Gelê Kurd ji van tiştan têr xwariye, 40 sal in ev ziman tê meşandin. Tu 40 sal in vê dikî, ne hewceye dema pêngavekî pêşdikeve, tu van gefan bixwî. Tu feydeya van gefan ji kesî re nîne. Tevgera Azadî jî, Rêber Apo jî vê pêvajoyê rast dixwîne. Cudabûnek naxwazin. Di nav vê taybetî jî pêngavê de yekitiya gelan dixwaze pêşbixe. Dixwazin demokratîkbûna Tirkiyê pêşbixin. Rêber Apo di 7 xalan de ev anî ziman.

Demokratîkkirina Tirkiyeyê dide pêş. Demokratîkbûna Tirkiyeyê, di naskirina Kurdan de dibe. Di mafên Kurdan de dibe. Di mafê gelê bindest de dibe. Di guhertin û veguhertina komarê de dibe. Sed sal in ev komar, li ser Kurdan bi şêwazê înkarê dewam dike. Divê destpêkê bi tiştê ku kiriye re, rû bi rû bimîne. Meşandina heman zihniyetê, ti sûdê nade ti kesê. Yanî di vî warî de nikare encamekê bi dest bixe. Weke Tevgera Azadî helwesta me diyar e. Helbet tevger û gelê Kurd ji bo azadiyê têkoşînê dimeşîne. Lê eger em bêjin, qet tiştek nehatiye gotin, hemû tiştên hatine gotin vala ne, ew jî ne rast e. Divê mirov vê jî bibîne. Helbet demsalek heye, hem ji derve ve konjonktur e, hem di nava xwe de ev demsal dikare bibe demsala çareseriyê. Ev demsal bi hemû awayî dikare bibe ya gelan. Ji ber ku Rêber Apo şansekî mezin daye. Çûyîna gel Rêber Apo, muxatabgirtina wî, yanî navnîşan rast e, yanî nêzîkatiyeke erênî ye, lê divê bingeha vê were dagirtin ku vale nemîne. Beriya vê jî Rêber Apo gotiye, eger ku hûn dixwazin ez rol bilîzim, divê hûn di destûrê de guhertin çêbikin, yanî di aliyê qanûnî de tiştek hebe ku ez jî bikarim baxivim. Devlet Bahçelî bang kir û got, bila were meclîsê baxive. Ji bo ku were meclîsê baxive, divê meclîs pêngavekî pêş bixe, qanûnekî derxe holê. Gelo ma di hewzeke bêav de, Rêber Apo dikare avjeniyê bike! Divê destpêkê hewz tejî av be ku bikare avjeniyê têde bike. Ji bo ku Rêber Apo rola xwe bilîze, divê şert û merc bên amadekirin. Rêber Apo xwedî rê ye, xwedî plan û nexşerêyekê ye. Ji bo çareseriyê ji xwe bawer e. Divê desthilata niha pêşî li Rêber Apo veke û partiyên din ên siyasî jî, derdor, rêxistinên jinan û civak pêwîste di vê pêvajoyê de rolekî erênî bilîzin. Zemînê vê jî heye. Helbet nîqaşek heye. Ev du-sê meh in nîqaş tên kirin.

Hinek dixwazin vê rojevê ji cewherê wê dûr bixin. Divê mirov destûr nede vê yekê û li dijî têbikoşe.

*Belê, we jî qala hêza gelê Kurd kir. Di heman demê de li aliyekê hewldanek heye, lê kiryarên şaş ên ne li gorî zimanê çareseriyê jî hene. Mînaka wê, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku li Bendava Tişrînê bê navber gel tê hedefgirtin. Li pêş çavê cîhanê ev hovîtî tê meşandin. Em dixwazin hûn vê hovîtiya dewleta Tirk a li dijî gel, hewldana wê ya ji bo dagirkeriyê û li kêleka wê jî berxwedana gel a ku bi rengekî bê hempa tê raberkirin, binirxînin.

Car din ez vê berxwedana gel a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi rêzdarî û hurmet silav dikim. Di şexsê şehîdên berxwedana Tişrînê de, ez tevahî şehîdan bi bîr tînim. Êrîşên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên, ji êrîşên DAÎŞ’ê yên ku li Kobanê û Şengalê bi kîn û nefret pêk anî, qut nînin. Îro jî em dibînin heman hovîtî, li pêş çavê tevahî cîhanê li Bendava Tişrînê li ser gelê me tê meşandin. Ji bo sekinandina van êrîşan û dabînkirina pêdiviyan yek ji tişta ku herî zêde pêdiviya gel pê heye, bendav e. Av, elektrîk û pêdiviyên jiyanê ji wê bendavê tên dabînkirin. Bi êrîşên li ser bendavê re, tê xwestin ku gel bi qirkirinê re rû bi rû were hiştin. Gel di nava wê sermayê de, bi hemû pêkhateyên civakê jin, zarok û kalan re dixwazin li wir nobetê bigirin. Êrîşên bêexlaqî tên pêşxistin. Dema gel govendê digerîne, tê hedefgirtin. Dixwaze vê îradeya gelê bi rûmet, bişkîne. Careke din li Tişrînê hate diyarkirin, yanî ti hêz nikare îradeya gelê rêxistinkirî têk bibe. Îradeya gel a rêxistinkirî ji hemû hêzên wan mezintir e. Mesele di serî de Bavê Teyar û gelê me yê li wir, çi gotin, gotin em ji mirinê mezintir in. Wan mirin têk biriye. Vî gelî biryara xwe ya azadiyê daye, vî gelî tirs û mirin kuştiye. Kîjan hêz dikare vî gelî têk bibe? Tevî ku dizanin bi vî rengî nikarin têk bibin, lê vê qirkirinê didomînin û raya giştî jî li hemberî vê yekê bêdeng e. Şefê faşîst Erdogan ji bo li Xezeyê agirbest çêbibe qaşo navbeynkariyê dide. Gelo çi ferqa gelê Fîlîstînê û gelê Kurdistanê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye? Qaşo desthilatdariyek hatiye ser Sûriyeyê. Li pêş çavê HTŞ’ê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê qetilkirin, lê belê tevî vê yekê jî ew têkîliyên xwe yên bi Erdogan re didomîne. Yanî bi vî rengî ma dikarin yekîtiyê ava bikin, dikarin yekîtiyê di nava gelên Tirkiyeyê de biparêzin? Ya ku herî zêde li vir parçebûnê çêdike, zihniyeta wan e.

Bi rastî jî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wêneyê demokrasiyê ne, wêneyê jiyaneke bi hev re ne. Daye diyarkirin ku li ser kîjan hîman jiyana konfederalîzma demokratîk û netewa demokratîk dikare were avakirin. Di nava van şehadetan de berpirseke meclîsa Zenobiya, rêheval Kerem şehîd bû. Ji pêkhateya gelê me yê Ereb e. Dema êrîşî Minbicê kirin, endama meclîsa Jin a Minbicê revandin. Ev tolê ji xeta azadiya jinê digirin. Yanî zihniyeta DAÎŞ’ê ye. Çeteyên DAÎŞ’ê digot ji bo biçin buhiştê, divê bi destê şervanên jin neyên kuştin. Yanî ew qasê zihniyeteke reş di serê wan de heye. Lewma niha dixwazin DAÎŞ’ê bînin ser hukim.

Li hemberî vê yekê, berxwedana gel pir girîng e. Weke mertalên zindî diçin wir û xaka xwe bernadin û koçber jî nabin û divê nebin jî. Bi rastî jî şerê gel ê şoreşgerî pêk anîn, pêşengên qehreman derxistin holê. Gel pêşengiyê dike û diçe nobeta azadiyê digire. Jixwe bi sed hezaran kes beşdarî merasîma veşartina cenazeyên şehîdan bû. Îradeyek hatiye diyarkirin. Soz dane şehîdên xwe. Bendav veguherandin bendava şehîdan. Ev gelek girîng e. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wêneyê Sûriyeya demokratîk dide diyarkirin. Yan ev yek wê bi ser bikeve, yan jî wê zihniyeta DAÎŞ’ê car din xwe serwer bike. Ji bo ku zihniyeta DAÎŞ’ê xwe serwer neke û karesateke din li vê herêmê çênebe, çawa ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dora şervanên xwe, şervanên QSD’ê, YPG-YPJ û hêzên xwe yên leşkerî kom bûne, divê beşên din ên Kurdistanê jî piştgirî bidinê. Di vî warî de kêmasî û nebesî heye. Bakurê Kurdistanê di destpêkê de bi rastî jî çalakiyên girîng lidar xistin. Lê belê evane têrê nakin. Divê hîn zêdetir bi ruhekî seferberî xwedî lê derkevin û divê her kes li dora vê kom bibe û têkoşîna xwe bilind bike. Dixwazin bi teqandina wê bendavê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di karesateke mezin re derbas bikin. Divê Kurdên li her derê, rabin ser piyan, li hemberî vê bisekinin û li kuderê dibe bila bibe divê helwesta xwe diyar bike. Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tenê neyê hiştin. Hêzên koalîsyona navdewletê li wê derê ne, her roj daxuyaniyan didin. Lê belê li pêş çavê wan, ev gel tê qetilkirin. Nikare wir li dewleta Tirk û çeteyên wê qedexe bike. Dikare wir bike herêmeke taybet ku êrîşên hewayî li ser çênebin. Dikare wir bike herêmeke ku ji balafiran re qedexe. Li ber şervanên azadiyê xwe nagirin, lewma bi hewayî êrîş dikin. Lewma, divê ev hêz erkên xwe bi cih bînin. Li wir 12 hezar şehîd hatine dayîn. Her kes qehremaniya Kurdan, ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baş dizane. Ji bo berjewendiyên xwe bêdeng mayîn, ne exlaqî, ne mirovî û ne jî wijdanî ye. Dewleta Tirk li aliyekê Sûriyeyê parçe dike, li aliyê din jî dibêje ez Sûriyeyek demokratîk dixwazim. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi rastî jî sekneke bi rûmet û azad e. Sekna azadî ev e. Jinên têkoşer ev in. Kongra Star, Meclîsa Jin a Zenûbiya evane xwedî jinên rêxistinkirî ne. Hêzên Parastinê, YPJ û Hêza Parastina Cewherî ya Jin xwedî sekneke bi rûmet e. Em rêz didin vê seknê. Ev tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîne. Ew bi navê tevahî mirovahiyê li ber xwe didin. Ji bo azadiya hemû jinan li ber xwe didin.

Eger zihniyeta qirêj bi ser bikeve, ti kes di ewlekariyê de namîne. Lewma divê hîn bêhtir piştgiriya vê berxwedanê were kirin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî gelê me ji 7 heta 70 salî li ber xwe dide, bi hunermend û şanogerên xwe re li ber xwe dide, di dîroka şoreşan de bi rastî jî tiştên wisa pir kêm hene. Yên weke Bavê Teyar, rêheval Menîce, Muzafer û Kereman vane hemû şehîd bûn. Gel hîna cenazeyên şehîdên xwe ranekiribûn, car din rastî êrîşê hatin û dîsa şehîd û birîndar dan. Gel li dijî van êrîşan sekneke pîroz raber dike. Bi vê sekna pîroz re azadî nêz e. Ev sekna pîroz û binirx teqez wê serketinê bi xwe re bîne.

*Bi nêzîkbûna meha Sibarê re ku dîlgirtîbûna Rêbertî dikeve sala 27’an, em dixwazin car din bal bikişînin ser vê yekê. Her çiqas niha pêvajoyek hatiye destpêkirin jî, lê dîsa Rêbertî di nava tecrîdeke girankirî de ye. Ji bo ev têkoşîna ku heya vê astê hatiye û nêzî serketinê bûye, bigihije armanca xwe û armanca sereke jî azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye, divê çi were kirin? Peyamên we yên dawî çi ne?

Belê, em ber bi 15’ê Sibatê salvegera komploya navneteweyî ve diçin. 15’ê Sibatê 26 sal temam dibin. 26 sal in Rêber Apo dîlgirtî ye û di nava şert û mercên pir girankirî de li giravekê tê girtin. Sedemê vê girtin û komployê, ez bawer im wê îsal pir were nîqaşkirin. Wê demê jî Rêber Apo got, armanca vê komployê ew e ku gelê Kurd û Tirk bixin nava şerekî sedsalê. Ev salvegera komploya navneteweyî, di heman demê de sedsaliya serhildana Şêx Sedî û heval wî ye. Ez wan bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînim. Tam sedsal in gelê Kurd ji bo azadiya xwe bi rê û rêbazên cuda têdikoşe. PKK û tevgera azadiyê jî li ser vê demarê pêş ket. Sedsal in Komara Tirkiyeyê heye, sedsal in jî gelê Kurd têdikoşe. Ev salveger hîn taybetmendiya xwe zêde ye. Di vê pêvajoyê de Rêber Apo di dewrê de ye. Weke gelê Kurdistanê, dostên gelê Kurd, tevahî hêzên demokratîk û azadîxwaz, jin, ciwan, jinên ciwan û hemû pêkhateyên civakê pêwîste em vê 15’ê Sibatê bikin lûtkeya têkoşînê û bingehê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Ev gelekî girîng e. Divê rojên reş bibin rojên ronahiyê. Jixwe rê û rêbazên Rêber Apo jî ev in. Yanî dema ku hêvî tune dibin, hêviyê ava dike û mezin dike. Dema ku tê gotin tiştek nema êdî, ew derfetên mezin bi dest dixe. Rê û rêbazên Rêber Apo jî vaye îro aniye û serketinên mezin jî bi dest xistiye. Ez di wê baweriyê de me ku ev dema niha em têde ne yanî salvegera 15’ê Sibatê, wê êdî ji bo azadiya têkoşîna gelê Kurdistanê, jinan û tevahî gelan pêngaveke cuda be. Lê divê em bendê nemînin û têkoşînê mezin bikin. Ji bo vê hinek çalakî hene, ji niha ve hatine plankirin. Li Ewropayê her sal bi pêşengiya ciwan û enternasyonalan meşên dirêj tên lidarxistin. Ji 26 bajaran, 26 kes wê 26 rojan bimeşin. Ez ji niha ve çalakvanan silav dikim. Çalakiyên wiha cihêreng girîng in. Ji bo azadiya Rêber Apo, divê her kes piştgiriyê bide pêngava azadiyê û hîn bêhtir bi rola xwe rabe. Yê ku pêşengiyê jî bike, helbet milîtanên azadiyê, gelê me yê têkoşer û dostên me ne. Divê em her ji niha ve li hemû qadan amadekariyan bikin. Çalakiyên curbecur lidar bixin. Armancên komployê helbet pir hatine şîrovekirin, lewma êdî divê em li dijî komployê serketinê bi dest bixin. Xwestin sedsalekê bikin sedsala qirkirina tevahî gelan. Lê li dijî vê, Rêber Apo jî dixwaze bike sedsala cejna gelan, bihara gelan û cejna azadiya tevahî gelan, jinan û mirovahiyê. Li ser vî esasî ez dibêjim ev pêvajo dikare derketineke mezin bi xwe re bîne û ez bang dikim ku her kes di vê pêvajoyê de rola xwe bilîze û heta dawî jin û ciwan pêşengiyê bikin.