KCK'ê sersaxî da Edhem Barzanî

KCK'ê ji ber wefata dayika siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî, Xeyriya Ebdulrezaq, peyameke sersaxiyê weşand.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya wefata dayika siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî, Xeyriya Ebdulrezaq peyamek sersaxiyê weşand. KCK’ê di peyama xwe de ji ber wefatê, sersaxî li Edhem Barzanî da.

Peyama KCK’ê wiha ye:

“Birayê birêz, cenabê Edhem Osman Şêx Ehmed Barzanî,

Beriya hemû tiştekî, li ser navê hevalên Konseya Rêveber, endam û hemû kadroyên Koma Civakên Kurdistan (KCK), em silav û rêzên xwe pêşkêşî we dikin.

Mixabin me xebera koça dawî ya dayika we Xeyriye Ebdulrezaq xwedê efû bike, bihîst. Dayika Xeyriye wek jinek têkoşer û nîştiman perwer, ji bo Kurdan û Kurdistanê êş û azarek zêde ditiye û gelek bedel daye.

Dayikek ku hevjînê wê (Şehîd Şêx Osman) û 2 kurên wê (Şehîd Îmad û şehîd Ridwan) ji aliyê rejîma Baasa faşîst ve hatin şehîdkirin û mixabin di sal û kêliyên jiyana xwe ya dawî de destûr nehat dayîn ku carek din we bibîne.

Em bi boneya wefata dayika Xeyriya, sersaxiyê ji were, malbata hêja û hemû xemxwarên doza gel û nîştimaniyê re dixwazin. Em xema we parve dikin û cihê dayika Xeyriye biheşt be, xwedê efû bike.”