Ji bo Dûrdû yê ji aliyê leşkerê Tirk ve hate qetilkirin, serî li Baroya Wanê hate dayin
Malbata Seyîthan Dûrdû ku li navçeya Serav a Wanê ji aliyê leşkerê Tirk ve hate qetilkirin, serî li Baroya Wanê hate dayin.
Malbata Seyîthan Dûrdû ku li navçeya Serav a Wanê ji aliyê leşkerê Tirk ve hate qetilkirin, serî li Baroya Wanê hate dayin.
Seyîthan Dûrdû ku li taxa Avzêrkê ya li navçeya Serav/Mehmûdî dima, di 28'ê Kanûna 2024'an de bi gulereşandina ji wesayita zirxî ya artêşa Tirk hate qetilkirin.
Di lêpirsîna têkildarî qetilkirina Dûrdû de biryara nepenîtiyê hate dayin. Efserê artêşa Tirk Y.A. yê hate binçavkirin, ji sûcê 'kuştina bi zanebûn' di 1'ê Çileyê de hate girtin, lê belê piştî hefteyekê hate berdan. Parêzerê Dûrdû li ber biryara têkildarî efser rabû.
Malbata Dûrdû ji bo wergirtina piştgiriya hiqûqî serî li Baroya Wanê da. Serlêdan ji aliyê birayê Dûrdû Tarik Dûrdû ve hate kirin. Baroya Wanê diyar kir ku ji bo binpêkirina mafê jiyanê bêceza nemîne wê pêvajoyê bişopînin.