Ji 12 baroyan nerazîbûn: Êrîş li sivîlan tê kirin, li Tişrînê hiqûq tê binpêkirin

12 baroyan nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê dan û qwetilkirina şanoger Bavê Teyar û 6 sivîl bi bîr xistin. Baroyan gotin, "Pîvanên hiqûqa navneteweyî hatin binpêkirin."

Baroyên Amed û Wanê jî di nav de 12 baroyên bakurê Kurdistanê têkildarî êrişên ser sivîlên li Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nobetê digirin, daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di êrişa dawî de Şanogerê Kurd Bavê Teyar (Cuma Xelîl Îbrahîm) jî di nav de 6 sivîl hatine qetilkirin. Di daxuyaniya bi sernavê “Divê sivîl di her şert û mercan de bên parastin” de hat diyarkirin ku êrişa li dijî sivîlan, bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li herêmên din ên Sûriyeyê êdî jiyan asayî bûye lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din pevçûn dest pê kirin. Di êrişa herî dawî ya li dijî Bendava Tişrînê de hunermendê Kurd Cuma Xelîl Îbrahîm (Bavê Teyar) jî di nav de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 15 sivîl jî birîndar bûn. Xwedê rehma xwe li lîstikvanê şanoyê Bavê Teyar ku civaka Kurd zêde jê hez dike û sivîlên din ên jiyana xwe ji dest dayin bike û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazin. Ev êrişa li dijî sivîlan, bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Parastina sivîlan a li qada şer, berpirsyartiyeke navneteweyî ye. Divê li gorî Peymana Cinevê û qeydên hiqûqa mirovhez tevbigerin.

Mirinên sivîlan, zemîna çareseriya bi rêbazên aştiyane xera dike û rê li ber travmayên civakî yên cidî vedike. Weke baroyên herêmê yên îmzeyên wa li jêr; ji bo pêşîlêgirtina mirina sivîlan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bang li aktorên navneteweyî û civaka navneteweyî dikin ku bikevin nava tevgerê.”

Baroyên metna daxuyaniyê îmze kirin ev in: Semsûr, Agirî, Êlih, Amed, Îdir, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wan.