Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê bi koma 109’an didome

Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya bi armanca azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 553’an de bi koma 109’an didome.

Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûtem Cûdî (Mexmûr) ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji 20’ê Tîrmeha 2023’an ve hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 553’an de bi koma 109’an didome.

Merasîma dewirgirtina nobetê li navenda Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM), bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 108’an Ehmed Apaydin axivî û di serî de tecrîd bi tundî şermezar kir û got: “Ev zêdeyî 4 salan in wek tê xwestin, bi Rêber Apo re hevdîtin nayên kirin. Em vê yekê şermezar dikin. Rêber Apo ji mafê xwe yên rewa û mafê hêviyê bêpar tê hiştin. Daxwaza me û daxwaza tevahî cîhanê ew e ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe.

Her roj dijmin bi hovane êrîşî Kurdan dike. Bi çekên kîmyewî êrîşî çiyayên Kurdistan dike, bi balafirên keşfê xelkê li Bendava Tişrînê ku di nobetê de ne bombebaran dikin. Şaredariyên me desteser dikin. Dibêjin em aştiyê çêbikin, bi şer û êrîşan aştî çênabe. Hevala Asya û Rojger peyamên zelal dan dagirkeran. Divê baş fam bikin. Civaka Apoyî bi dek û dolaban nayê xapandin. Em dubare berxwedana Rêber Apo, gerîla û gelên berxwedên silav dikin. Wê serkeftin ya me be.”

Merasima dewrgirtinê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Apo jiyan nabe” bi dawî bû.