Dewleta Tirk rê nade ku cenazeyê Çoban bi girseyî bê veşartin

Malbata ku cenazeyê yek ji Fermandarên HPG’ê Îbrahîmm Çoban (Atakan Mahîr) ê li Dersimê şehîd bibû, ji bo bibin warê lê ji dayîk bûye ketin ser rêya gundê Aktîl a Elbîstanê.

Li gel astengkirina dewleta Tirk a dagirker ya welatî a bi awayekî girseyî tevlî merasîma veşartina cenaze nebin, rê nadin li gorî çanda baweriya Elewîtiyê jî wecîbeyên ayînî pêk bên.

Li gorî agahiyên me girtîn, hêzên dewletê pişît wecîbeyên ayînî yên li mala cemê û şûnde, rê nadin ku cenaze bê veşartin.

Malbata Fermandarê HPG’ê Atakan Mahîr , îro ji bo teşxîskirinê ketibûn ser rêya Meletiyê. Li vir cenaze hatibû teşxîskirin û ji bo veşartinê serlêdan kiribûn. Walî û rêveberên jendermeyan ji bo merasîma cenaze girseyî neyê kirin zext li ser malbatê kirin, gundê Aktîl ê Elbîstanê ji aliyê polîs û cerdevanan ve hatiye dorpêçkirin.