Dewleta Tirk cenazeyê Atakan Mahîr nade malbatê

Cenazeyê yek ji fermandarên HPG'ê Atakan Mahîr ku li Dersimê şehîd bû, ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin. Lê belê hêzên dewleta Tirk cenaze nadin malbatê ku karibin veşêre.

Ji fermandarên HPG'ê Atakan Mahîr roja 11'ê Tebaxê li Dersimê şehîd bûbû. Malbatê cenazeyê wî li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê teşxîs kir.

Tevî teşxîskirinê jî hêzên dewleta Tirk cenazeyê Mahîr nade malbatê ku karibin veşêre.

Tê gotin ku hêzên dewletê ji malbatê re gotine, "Em ê cenaze veşêrin."

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, hêzên dewleta Tirk rêya rêya Meletî û Elbîstanê girtine û cerdevan danîne pêşiya gundê Aktîl ê Elbîstanê ku gundê Mahîr e.

Tê gotin, cenazeyê Atakan Mahîr li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê tê hiştin.