Cenazeyê Çoban ji aliyê malbata wî hate wergirtin

Yek ji fermandarê HPG’ê Atakan Mahîr ê ku li Dersimê di operasyona leşkerî de şehîd bûbû, cenazeyê wî ji aliyê malbata wî hate wergirtin.

Li Pilûra Dersimê di 11’ê Tebaxê de dewleta Tirk operasyoneke leşkerî dabû destpêkirin û di vê operasyonê de yek ji fermandarê HPG’ê Atakan Mahîr (Îbrahîm Çoban) şehîd bûbû. Cenazeyê Atakan Mahîr biribûn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Malbat tevî parlementerên HDP’ê çûn Meletiyê û cenazeyê Mahîr teşxîs kirin.

Hate diyarkirin ku walî û rayedarên jendirmeyan bi şertê ku parlementerên HDP’ê tevlî merasîma cenaze nebin, cenaze dane malbatê. Hate diyarkirin yan na ew ê cenaze teslîmî malbayê neyê kirin.

Malbatê cenazeyê Mahîr wergirtin û ber bi gundê Aktîl ê Elbistana Gurgumê ketin rê. Hate diyarkirin, dema ku cenazeyê Mahîr gihiştiye gund, zext hatiye kirin ku bila bi lezûbez cenaze were veşartin.

Tê diyarkirin ku leşkeran dora gundê Aktîlê jî girtine.