Balefirên şer daristanên Qendîlê kir hedef

Balefirên şer ên Tirkiyeyê Çiyayê Qendîlê bomberdûman kir. Di vê bomberdûmanê de agir bi daristanan ket û bi sedan hektar dar hemû şewitîn.

Balefirên şer ên Tirkiyeyê roja Înê nîvro gundên Bukrîskan û Zergelê yên li Qendîlê bomberdûman kir. Ji ber vê bomberdûmanê agir bi daristanan ket.

Bomberdûman bi qasî saetekê domiya û bax û baxçe bûn hedef. Bi sedan hektar dar ji ber şewatê bûn xwelî. Şewata ku li herêmeke berfireh belav bû, hê jî nehatiye tefandin.

Balefirên şer ên Tirkiyeyê di sala 2015’an de jî gundê Zergelê kiribû hedef û ji ber bomberdûmanê 8 sivîl hatibûn qetilkirin.

Artêşa Tirk di 14’ê Tebaxê de derdora gundên Deştê Kafya û Gundê Guzê yên qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiribû. Ji ber vê bomberdûmanê agir bi daristanên li herêmê ketibû.