Artêşa Tirk daristanan dişewitîne

Dewleta Tirk li Kurdistanê xwezayê qir dike. Her sal bi dehan daristan ji aliyê hêzên dewletê ve bi awayekî sîstematîk tên şewitandin.

Li cîhanê ji ber germa zêde agir bi daristanan dikeve lê li Tirkiyeyê şewata daristana ji aliyê artêşa Tirk ve tê kirin.

Li tu ajansan mirov nikare bibîne ku artêşê agir bi daristanê xistiye. Li Kurdistanê jî her havîn artêşa Tirk agir bi daristanan dixe.

Artêşa Tirk sûcên wekî qetlîam, êşkence, înfaz û hilweşandina gorên gerîlayan dike û li aliyê din jî bi awayekî sîstematîk xwezayê qir dike.

Di van rojên dawîn de li gelek herêmên Kurdistanê agir bi daristanan tê xistin. Hêzên leşkerî agir bi daristanan dixe û nahêle ku şêniyên herêmê bi derfetên xwe agir bitefînin. Li gorî rapora ÎHD’ê ya sala 2017’an ji ber operasyonan 13 caran agir bi daristanan hatiye xistin.

Çend şewatên daristanan yên van rojên dawîn:

DERSIM: Çiyayê Sincikê yê Xozata Dersimê di 14’ê Tebaxê de bi helîkopteran ji aliyê artêşa Tirk hatibû bomberdûmankirin. Piştî bomberdûmanê agir bi daristanê ketibû. Îro jî dîsa ev çiya hate bomberdûmankirin û piştî bomberdûmanê artêşa Tirk operasyon da destpêkirin.

AMED: Li Taxa Unal a Pasûra Amedê duh agir bi daristanê ket. Gundiyan agir tefandin û nehiştin ku zêde belav bibe. Piştre jî ekîbên şaredariya Pasûrê agir tefandin.

ÇEWLIK: Gundên Sivan, Doganli û Sûveren ên Dara Hênê ya Çewlikê ‘herêma taybet a ewlehiyê’ hatibû îlankirin û piştre agir bi herêmê ketibû. Gundiyan bi derfetên xwe hewl dan agir bitefînin û diyar kirin ku ev du roj in rayedar mudaxeleyî şewatê nakin.

Parlementerê HDP’ê yê Çewlikê Erdal Aydemîr diyar kir ku ji bo tefandina agir ji duh ve ew hewl dide xwe bigihîne Waliyê Çewlikê lê nekariye xwe bigihîne walî. Aydemîr got ku, “Gundî ji bo ku agir neyê gundê wan, bi derfetên xwe agir ditefînin.”