Bi katyûşa êrîş birin ser Pezkoviyan

Artêşa Tirk li çiyayên Zagrosê keriyekî pezkoviyan kire hedef. Bi katûşayê êrîş birin ser pezkoviyan û tenê çêliyeke pezkoviyan hate xilaskirin.

Li çiyayên Zagrosan ku yek ji wan deverên şer lê giran e, artêşa Tirk sirûştê û hemû zindiyan dike hedefa êrîşan. Leşkerên Tirk bi katûşa êrîş birin ser keriyek pezkoviyên ku li derdora wan bûn.

Beriya bi çend rojan keriyekî pezkoviyan ku ber bi leşkerên Tirk ve çûyî, bi hinceta ku baldariya wan belav kiriye bûne hedef.  Gerîlayên ku herêm kirin bin kontrolê, di encama êrîşê de tekane çêliya ku sax filitî xilas kirin û ji bo ku tedawî bikin ew birin cem hevalên xwe yên tenduristîzan.

JI BO ARTÊŞA TIRK GIRINGIYA WÊ TINE

Gerîla Bêrîvan ku tedawiya pezkoviya çêlîk dayî ser milê xwe, got, ‘’Ev yek ji wan heywana ye ku me ji hovîtiya wan xilas kir. Li girekî bi cih bûne. Ev heywan jî li ber wan bûne asteng. Ji bo wan, kuştina van heywanên guneh ne xwedî wateyekê ye. Gelek heywan bi êrîşên wan mirin, tenê ev çêlîk sax filîtî. Tişta ku ji dest me hat me kir. Me birîna wê paqij kir’’.  Gerîla Bêrîvan got ji bo artêşa  Tirk kuştina zarokekî, yixtiyarekî an jî heywanekî ne girîng e. ‘’

EV DIJMINÊN SIRÛŞTÊ NE

Gerîlayekî dî got artêşa Tirk dijminatiyê li sirûştê, heywanan dike û domand, ‘’Bi hinceta ku alîkariyê dide gerîla zilmê li gel dike. Ew sirûşta Kurdistanê jî dijmin dibînin. Kêfê distînin dema ku heywanên li Kurdistanê dikujin. Carinan daristanan dişewîtin. Li gorî artêş Tirk ev hemû dar û heywan alîkariyê didine me.’’