AKP-MHP mirovan dikuje, bajaran bêmirov dihêle!

Di ser erdhejê re 7 roj derbas bûn; bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes hîn jî di binê kavilan de ne. Desthilatdariya AKP-MHP'ê karê rizgarkirinê sekinand, dixwaze enqazê tevî mirovên di bin de ne rake û bajaran jî bêmirov bihêle.

23:05

110 saet bi şûn de dilxwaz û karkeran ew xelas kir

Li Taxa Armûtlû ya Hatayê, kesek ku di bin kavila avahiyê de mabû, 110 saet bi şûn de ji aliyê dilxwazên AFAD’ê û karkerên madenê ve ji bin kavil bi saxî hat derxistin.

20:25

Baroya Îzmîrê: Êşkence bi tu îstisnayê rewa nabe

Baroya Îzmîrê bertek nîşan da ku çima kesên li herêmên erdhej lê rabûye ji aliyê polîs û leşkeran ve êşkence li wan hatiye kirin wek talanker tên nîşandan û diyar kir ku êşkence bi tu awayî rewa nabe.

Di daxuyaniya bi sernavê “Di tu şert û mercan de nabe ku êşkence û kirinên xerab bên qebûlkirin’’ de wiha hate gotin: “Piştî felaketa ku ji ber erdhejê çêbû; di dîmenên derketine holê de diyar dibe ku di encama nebesbûna dewletê di belavkirina alîkariyê de, mirovên ku hewcedariyên wan ên bingehîn ên weke ‘sitirîn û xwedîbûn’ ji aliyê dewletê ve nayê peyda kirin, hewl didin van hewcedariyên xwe bi hewldanên xwe peyda bikin. Dîmenên ku kesên li ser medyaya dijîtal wek talankar tên pêşkeşkirin, ji aliyê polîs û leşkerên ve êşkence wan li tê kirin û ji aliyê sivîlan ve kirinên xirab li wan tên kirin, di medyaya dijîtal de hatin belavkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li gor peymanên ku Tirkiye alîgir e û qanûnên Destûra Bingehîn, êşkence di her şert û mercî de qedexe ye. Êşkence, bi tu îstisnayê rewa nabe. Dewleta ku bi vê berpirsyariyê ranebe, ji ber êşkenceya ku dike sûcdar e.“

18:07

Dewlet hewil dide ku TIR’ên alîkariyê asteng bike

Ji Navenda Koordînasyona Erdhejê ya TOP’ê Yasîn Kaplan, got: “6 roj bi ser erdhejê ketiye, lê hêj jî hewcedariyên bingehîn ên gel nehatine pêşwazîkirin. Dewlet alîkariyê nake, bi ser de jî TIR’ên alîkariyê ku tên asteng dike.“

17:03

Girtiyên li Girtîgeha Espiyeyê ji ber erdhejê dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê anîn

Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Espiye ya Gîresûnê diyar kirin ku ji ber erdhejê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirine. Ji girtiyan Erdal Emeç ê ku bi rêya malbata xwe ji raya giştî re ragihandibû ku çalakiya xwe ya birçîbûnê bi dawî kirîne, bi boneya erdhejê sersaxî ji gelê Kurdistanê re xwest.

15.59

HDP û DBP çûn şînên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê, MEBYA-DER û TUAY-DER ji bo sersaxiyê çûn şîna ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hatiye danîn.

Serokwekîla Koma HDP'ê Meraş Daniş Beştaş, Parlementerê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan, rêxistinên HDP û DBP'ê yên Amedê, rêveberên MEBYA-DER û TÛAY-DER'ê serdana şînên ku ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hatiye danîn kirin. Şande çû şîna ku li kompleksa Hêwanê Dawetê ya Kaplan Cityê ya li semta Gazîlerê ya navçeya Peyasê û Mala Şînê ya Temiranê ya li navçeya Rezanê û sersaxî ji malbatan re xwestin.

16:57

Malbat li ber kavilan li benda derxistina xizmên xwe ne

Li Amedê ji bin kavilên Apartmana Sozelê ya li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê 4, ji bin kavilên Apartmana Serîn 2 (Cengîzler) a li semta Tesîslera ya navçeya Rezanê 2 cenaze hatin derxistin. Malbatên ku di vê sir û seqemê de li ber kavilên avahiyan li benda derxistina xizmên xwe ne, hev du teselî dikin.

4 cenazeyên ji bin kavilên Apartmana Sozelê hatin derxistin, ji bo tespîtkirina nasnameya wan sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. Tê gotin ku hê jî 7 kes di bin kavilan de ne.

Tê gotin ku 2 cenazeyên ji bin kavilên Apartmana Serîn 2'yê hatin derxistin jî yên bav û law in. Tê gotin ku hê jî di bin kavilan 40 kes hene.  

16:28

Nanê dayikên Botanê pijandibû hatin belavkirin

Dayikên Botanê ji bo mexdûrên erdhejê yên li Dîlokê 30 hezar nanê tenûrê pijandibû û îro li Dîlokê li welatiyan hat belavkirin.

Piştî erdhêjên navenda wê Mereş bû ku bandor li ser 10 bajarên herêmê kir, zirarek mezin derket holê. Welatiyên Tirkiye û Kurdistanê piştî erdhêja pêk hat şûnde ji bo alîkariya herêmê seferber bûn û piştevaniyek mezin nîşandan.

Yek ji bajarên ku bandorek giran lê bû Dîlok bû. Ji her alî alîkarî hatin şandin. Dayikên Botanê jî ji bo alîkariyê 30 hezar nan pijandin û şandin Dîlokê. Nan îro li Dîrokê hat belavkirin.

16:02

Li Îskenderûnê pêdiviyên bingehên ên mexdûrên erdhejê

Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tûlay Hatîmoglûlarî diyar kir ku ji bo tespîtkirina pêwîstiyan careke din li Îskenderûnê çûne cihên kavilan. Hatîmoglûlarî got ku pêwîstiya mirovan bi jenerator, kon, çira, baterya, bincil û amûrên paqijiyê heye.

Hatîmoglûlarî anî ziman ku li bajêr piştevaniyek mezin heye û ev yek jî ji bo gel hêviyeke mezin çêdike.

15:18

Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 29 hezar û 605'an

AFAD’ê ragihand ku hejmara kesên ku di erdehjên Bazarcixa Mereşê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 29 hezar û 605'an.

Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gelek zêdetir e û rayedarên dewleta Tirk rastiyê vedişêrin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku erdhej veguherand firsendekê, qadên ku komên mûxalîf lê dijîn, bi taybetî jî cihên elewiyên Kurd vala dike.

15:14

Komeleyên nêzî AKP/MHP'ê li taxên Elewiyan xwarin, cil û berg avêtin kolanan

Bi ser erdheja Hatayê re heftiyek derbas bû. Komeleyên nêzî AKP/MHP'ê yên hatin bajêr, bi taybetî li cihên ku nifûsa Erebên Elewî lê zêde ye, kelûpelên ku di bin navê alîkariyê de anîne, avêtin li ber kavilên hilweşiyayî.

15:06

Gundê Ordeklî yê Bazarcixê

Li gundê Ordekliyê yê hejmara wê 220 bi temamî 115 xanî hilweşiyan. Li gund 5 xaniyên mayîn jî zirer dîtine. Li gund bi giştî 34 kesan jiyana xwe ji dest dan.

14.54

Li Hessenê ji bo mexdûrên erdhejê Desteya Koordînasyonê

Ji bo mexdûrên erdhejê ya navenda wê Mereş e, li bajarê Hessen ê Elmanyayê ji aliyê Kurd û dostên wan ve Desteya Koordînasyonê û Maseya Krîzê hat avakirin.

Di vê çarçoveyê de ji aliyê Navenda Çanda Elewî ya Hoschtaûnûsê ve merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî hatin kirin. Şaredara Oberûrsel Antje Rûnge jî tevlî merasîmê bû. Şaredar ragihand ku wê kampanyayên alîkariyê bidin destpêkirin. Di merasîmê de beşdarbûn zêde çêbû. Di merasîmê 11 hezar û 500 eûro ji bo alîkariyê hatin dayîna Heyva Sor a Kurdistanê.

Berî niha li eyaleta Hessenê Navendên civaka Kurd, YJK-E Hesen, Kongreya Avahiya Dersimê, FEDA, MARDEF û gelek komeleyan ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê, Maseya Krîzê û Desteya Koordînasyonê ava afirandibûn.

14.43

Li Êlihê zarokan pereyên xwe şandin

Zarok jî tevlî tora piştevaniyê ku berbelav bûye dibin. Li Êlihê 3 zarokên temenê wan di navbera 8 û 10 salî de ne çûn avahiya HDP’'ê ya Êlihê û pereyên ku di kumbarayên xwe de berhev kiribûn, ji bo zarokên mexdûr ên erdhejê şandin. Zarokên bi navê Sîmal, Zelîha û Mûrat ku pere ji bo zarokan şandin, ev peyamê dan: “Em pereyên xwe ji bo zarokên mexdûrên erdhejê dişînin.”

14.35

Ji gundê Osmandede yê Bazarcixê dîmen

14.33

PKK: Hesabên kiryarên faşîzma AKP-MHP'ê wê yek bi yek bêne pirsîn

13:04

Cûdî yê biçûk bang kir

12:56

Li Sydneyê ji bo mexdûrên erdhejê, şeva piştevaniyê

Li bajarê Sydney ê Avûstralyayê li ser banga saziya alîkariyê ya mirovên Kurd Heyva Sor a Kurdistanê, bi pêşengiya Komîsyona Ciwanan a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) ji bo mexrûdên erdhejê şeva piştevaniyê hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan tevlî merasîmê bûn. Senatorê Partiya Çepgir a Keskan Davîd Shoebrîdge ji ber ku tevlî merasîmê nebûbû, peyamek piştevaniyê şand.

Parlamenterê Partiya Keskan Jamîe Parker, endama Meclîsa Şaredariyê Kobî Shetty, Parlamenterê Partiya Karkeran Paûl Lynch û endamên Meclîsa Şaredariyê Nathan Hagahty, Charîshma Kalîyanda û Papaz Bîll Crews jî tevlî şevê bûn.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç û berdevkê Heyva Sor a Kurdistanê Farûk Akalan jî bi rêya zoomê beşdar bûn.

Ji bo bîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin û piştre bawermend Bîll Crew merasîmek olî lidar xist. Parlamenterên Avûstralyayî anî ziman ku ew ji bo êşa gelê Kurd parve bikin, li vir in.

Parlamenterê Partiya Keskan Jamîe Parker diyar kir ku pir bi wate û nêzîkatiyek miroviye ku PKK’ê ji ber erdhejê weke yek alî çalakiyên xwe yên leşkerî rawestand.

Di axaftina li ser navê Komîteya Amadekar hat kirin de, wiha gotin: “Em ê ji bo pêçana êşên gelê xwe, bi ruhê seferberiyê bixebitin.”

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî got ku li Efrîn û navçeyên wê gelek windahî hene, lê ti alîkarî naçe van herêmên dagirkirî, alîkariyên diçin jî ji aliyê çeteyan ve tê desteserkirin.

12:33

Hejmara mirovên li Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan bû 3 hezar û 581 kes

Hejmara kesên li Sûriyeyê ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan, bû 3 hezar û 581 kes. Hate ragihandin ku 5 hezar û 348 kes jî birîndar bûne. Tê gotin hîn jî gelek kes di binê xirbeyan de mane.

12:32

4 kesên li Hatayê jiyana xwe ji dest dan, li Cizîrê hatin veşartin

Cenazeyên malbata Esmer a ji Cizîrê, ku li Hatayê di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan, anîn bajêr. Bav Şerîf Esmer, dayik Yildiz Esmer û zarokên wan Hesen û Huseyîn li Goristana Asrî ya Cizîrê hatin veşartin.

12:30

Ji gundê Osmandede yê Bazarcixê dîmen

Li gundê Osmandede yê Bazarcixê ji 40 malan nîvî hilweşiyan û yên din jî zirar dîtin. Di erdejê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Nifûsa gund jî 60 kes in.

12:00

Agahî ji girtiyan nayê standin

Ji Girtîgeha Tîpa L Hejmara 2 a Turkoglû ya Mereşê û Girtîgeha Tîpa T a Îslahiyeyê ji ber ku xisar ji ber erdhejê lê bûn, gelek girtî ji bajarên cuda hatin veguhastin. Lê der barê wan de agahî ji malbatan re nayê dayin. Tevî ku 7 roj di ser re derbas bûne hîn jî nayê zanîn bê hin girtî li ku ne.

11:10

FEDA: Dewletê bi zanebûn bi derengî dest li cihên erdhejê werda

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) ragihand ku dewleta Tirk bi zanebûn dest li herêmên erdhejê werda û ev jî bû sedem ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.

FEDA'yê têkildarî erdheja li Mereşê daxuyaniyek weşand û got, "Dewletê bi zanebûn bi derengî dest li cihên erdhejê werda û bû sedem ku gelên me di nava serma zivistanê de li binê kavilan de êşeke giran bikişîne û qurbanî jî zêde bibe. Ev dewleta ku vê zilm û zordariyê li gelên me ferz dike, heman nêzîkatiya xwe ya mêtinger qirker bi şêweyên cuda dewam dike."

FEDA'yê destnîşan kir ku wê van kiryarên qirker ji bîr nekin û nedin jibîrkirin û got, "Bila kes gelên me bi tenê nebîne û karê me jî sivik nebîne. Em hişmendî, îrade û bîra gelan e. Em bi biryar in ku paşeroja azad a gelên me û rastiya baweriya Elewiyan di têkoşîna xwe de bimeşînin."

11:07

Polîsên Tirk êşkence li dildarên alîkariyê dikin kir

Recep Tanriverdî, Aydin Tanriverdî, Yusuf Abatay, Îbrahîm Tanriverdî û Erhan Tanriverdî yên ku ji Qeymeqamiya Çinarê belge wergirtin û bi awayekî dildar xwestin tev li xebatên rizgarkirinê yên li Semsûrê bibin ji aliyê polîsan ve hatin revandin. Di bûyera ku danê êvarê de pêk hat de, ciwanên ku li Yenîmahaleyê cenazeyek ji binê kavilan de derxistibûn û piştre cardin ji bo xebatê rizgarkirinê vegeriyan cihê bûyerê, ji teref cendirmeyan ve wek "gumanbar" hatin girtin. Cendirmeyên ku 5 kes girtin, radestî polîsan kirin. Ciwan ji aliyê polîsan ve hatin revandin. Ciwanên ku birin qereqolê hatin êşkencekirin û çek li wan hate girtin. Ciwanên ku piştî êşkenceyê ava sar bi ser wan de kirin, birin Çakalê ya li ser rêya Semsûr-Mereşê. Li vir dîsa ciwan rastî êşkenceya polîsan hatin. Ciwanên ku cil û bergên wan jê kirin, ji aliyê polîsan ve bi awayekî tazî ji bajêr hatin avêtin. (Ajansa Mezopotamya)

11:05

'Asayîşa Silêmaniyeyê rê nade alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê bêne komkirin'

10:50

Polîsên Tirk dest danîn ser alîkariya HDP'ê

TIR a ji barê alîkariyê ku HDP'ê ji Îzmîrê şand Osmaniyeyê, doh bi şev ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin. Bi hinceta ku "Walîtiyê destûr nedaye" nehiştin TIR bikeve nava bajêr û ajokar û biraziyê wî hatin destgîrkirin.

10:31

Parlamentera HDP'ê Gulum: Hewl didin ku Hatayê ji mirovan xalî bikin

Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum li ser rewşa dawî ya li Hatayê ev agahî da:

"Li Hatayê hilweşîneke cidî heye. Li vir xeta fay heye, avahî jî li gorî vê yekê nehatine çêkirin. Lewma windahî giran e, hejmara miriyan zêde ye. Hîn jî li binê kavilan mirov hene. Pirsgirêkên cidî hene. Amadekariyeke dewletê nîne. Avahiya AFAD'ê, nexweşxane xera bûne. Balafirgeh hilweşiya ye, ji ber ku li ser xeta fayê hatiye çêkirin. Tevî ku hevalên li Odeya Mîmar û Endezyaran hişyarî kirin jî balafirgeh li vir hate çêkirin û niha ragihandin lê nîne. Ji ber zêdebûna trafîkê ji rêya bejahî jî têkilî zehmet e. Xeta telefonê nîne, demeke dirêj e stasyona bazê nehatiye avakirin. Ji ber nebûna ragihandinê pirsgirêkên mezin hene. Em nikarin xwe bigihînin, nikarin têkiliyê daynin, xizmên nexweşxan niznain bê xizmên wan li ku ne. Yên çûn birin nexweşxaneyê, sewqî bajarên cuda kirin, qeyd nehatiye kirin. Niha mirov li xizmên xwe digerin, mirine yan sax in, nediyar e.

Lewma mekanîzmaya piştevaniyê, mekanîzmaya ji nû ve girêdana li jiyanê bi muxalefeta civakî dibe. Weke partî em li vir in, muxalîf, şoreşger, sosyalîst û rêxistinên girseyî yên demokratîk li vir in. Ji derve ve gelek alîkarî tê. Ji Tirkiyeyê ji çar aliyên cîhanê alîkariyeke cidî tê. Lê belê ji ber ku sîstemek nîne ku van belav bike, zor û zehmetî heye. Li vir di veşartina cenazeyan de pirsgirêkên cidî hene.

Her wiha herêm ji mirovan tê xalîkirin. Koçberî li vir tê teşwîqkirin, ev der tê valakirin. Ev der cihekî çand, nasnameyan û şêweyê jiyanê ye. Valakirina vê derê tê wateya belavkirina vê derê bi temamî. Em hewldaneke bi vî rengî jî dibînin.

Ji bo jinan jî pêwîstiyeke cidî heye. Dema ku alîkarî bi giştî têne şandin, pêwîstiyên jinan ji nedîtî ve tên. Dixwazim bi taybetî balê bikişînim ser vê yekê. Divê pêwîstiyên taybet ên ji bo jinan bêne şandin."

10:18

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin

09:46

Li Hatayê karên alîkariyê yên HDP-HDK'ê bênavber dewam dikin

09:41

Li Swîsre, Elmanya û Fransayê ciwan bi xurtî tevlî kampanya piştevaniyê dibin

Li bajarê St. Gallenê yê Swîsreyê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) doh êvarê saet di 19:00 de afîşên kampanya alîkariyê ya Heyva Sor a Kurdistanê yên ji bo mexdûrên erdhejê belav kirin.

Li bajarê Bonnê yê Elmanyayê, ciwan bi rengekî çalak tevlî kampanya ji bo alîkariyê dibin.

Li bajarê Sait-Avold ê Fransayê û derdora wê jî endamên TCŞ û Tevgera Jinên Têkoşer (TêkoJIN) karê ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re meşandin.

Ciwanan bang li her kesî kirin ku bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê piştevaniya li mexdûrên erdhejê re bikin.

09:37

Ji bo mexdûrên erdhejê li kolanên Londonê alîkarî tê komkirin

09:09

Li Meletiyê pêwîstî bi kon û sobeyê heye

Maseya Krîzê ya HDP'ê ya li Meletiyê li navenda bajêr 6 depoyên alîkariyê ava kir. Li depoyan, li gundan, li ber enqazan endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bi dilxwazî dixebitin. Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê diyar kirin ku li bajêr pêwîstî bi sobe û konan heye.

08:51

Li Hatayê rîska nexweşiya şewbê zêde dibe

Li Hatayê di roja heftan a erdhejê de ji hin deveran bêhna cenazeyan tê. Nerazîbûna gel a li hemberî dewletê zêde dibe.

Ji roja destpêkê ya erdhejê ve li Hatayê elektrîk û av nîne ku ev jî dibe sedema şert û mercên giran ên jiyanê.

Kedkarên tenduristiyê yên dilxwaz ên li bajêr ragihandin ku rîska rûdana nexweşiyên şewbê zêde bûye, ji ber ku cenaze li kolanan e, her wiha pirsgirêka tiwaletê jî hîn çareser nebûye, rîska şewbê zêde bûye.

Kedkarên tenduristiyê diyar kirin ku li bajêr bi têrkerî derman jî nîne û ji ber bêkoordînasyoniya dewletê nîşaneyên nexweşiyê mezin bûne.

Li kolanan xwarinên kurm ketine nav, bedenên heywanên mirî zêde bûne.

Sosyalîst û gel hewl didin ku bi derfetên xwe alîkariyê bikin.

Piştî ku komeleyên Îslamî yên siyasî hatin bajêr, belavkirina alîkariyê belawela bû.

08:33

TEV-DEM'ê bang li Şamê kir: Bihêle ku Rêveberiya Xweser alîkariyê bike

08:08

Girtiyan ji ber erdhejê dawî li greva birçîbûnê anîn

Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Hejmar 1 û Girtîgeh Girtî ya Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê li dijî binpêkirinên mafan, dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kiribûn. Girtiyan ragihandin ku ji ber erdhejê çalakiya xwe bi dawî kirine.

08:07

Cenazeyê muzîkjen Zîlan Tîgrîs ji bin kavilan hate derxistin

Li Amedê xebatên lêgerîna rizgarkirinê didome. Cenazeyê muzîkjen Zîlan Tîgrîs (Dîlek Kuçuker) bi şev ji bin kavilê Apartmana Sozel a 9 qatî ya li Kolana 2’emîn a Kûrt Îsmaîlpaşa a li Taxa Kooperatîfler a Semta Ofîsa navçeya Bajarênû hilweşiya, hate derxistin.

05:41

Rojnamevan Kemal Reûf: Alîkariya xwe bidin destên pê bawer

05:34

Dilxwazê alîkariyê: Gel birînê xwe bi xwe dipêçe, ne dewlet

Yek ji kesên ku sê erdhej bi serî ve hatiye, mal û xizmên xwe winda kiriye û tevlî karê rizgarkirina mirovên di binê kavilan de bûye, xwendekarê zanîngehê Mehmet Kaşar e ku ji Îzmîrê ji bo alîkariyê xwe gihand Elbistanê. Mehmet Kaşar got, "Bi baweriya ku gel birînên xwe bi xwe dipêçe hatim. Ev der herêmeke welê ye ku organîzasyoneke bi navê dewletê lê nîne. AFAD, Kizilay, ti organeke din a dewletê li vir nîne. Bi rêya Cemxane ya Elbistanê alîkarî têne birêxistinkirin. Heta ji me tê em hewl didin birînên gel bipêçin."

05:31

'Cenazeyên me hînê di binê xirbeyan de ne'

Serokê Federasyona Komeleyên Elewiyan Celal Firat ku li herêmên Semsûr û Meletiyê dixebite, qala çavdêriyên xwe yên roja 6'an kir û bal kişand ser xemsariya dewletê.

05:29

Erce: Herêm wê bi zanebûn ji mirovan bê xalîkirin

Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Cûma Erce qala çavdêriyên xwe yên li herêmên erdhejê kir û got, "Tişta ku min dît xemsarî, hilweşîn, bêçaretî, kaos û hêrs bû."

Erce hişyarî da ku herêmên erdhejê wê bi zanebûn ji mirovan bêne xalîkirin û got, "Zarokên ku nekarîn perwerdeya xwe temam bikin wê careke din neçarî koçberiyê bêne hiştin. Wê bêçaretî li ser mirovên li vê herêmê bê ferzkirin û herêm ji nû ve bê valakirin, bêmirov bê hiştin, hîn bêhtir xizanî li mirovan bê ferzkirin."

05:26

Neteweyên Yekbûyî: Hejmara miriyan wê bi 2 qatî zêde bibe

Ji ber erdheja bi mezinahiya 7.8 pileyî ku roja Duşemê li Mereşê rû da û bandor li gelek herêmên Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyeyê kir, zêdeyî 25 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî Koordînatorê Alîkariya Lezgîn a Neteweyên Yekbûyî, hejmara qurbaniyan dibe ku bi du qatî zêdetir bibe.

Martin Griffiths ji Sky Newsê re roja Şemiyê axivî û diyar kir ku dibe ku bi deh hezaran kesên din jiyana xwe ji dest bidin. Griffiths got, "Ev rewşeke metirsîdar e. Ev yek bi rastî jî bersiveke tund a xwezayê ye. Hîn jî mirov di binê kavilan de ne. Lewma me hîn dest bi jimartina rastî ya hejmara miriyan nekirine."

Griffiths anî ziman ku piştî felaketekê 72 saetên destpêkê ji bo karên rizgarkirinê weke 'dema zêrîn' tê pênasekirin, lê belê ev dem derbas bûye û hîn jî mirovên sax mabûn ji binê kavilan nehatin derxistin. Griffiths got, "Bi rastî gelekî zehmet e ku biryar bê dayin bê asta rizgarkirinê kengî bê rawestandin."

Berdevka Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric jî ji bernameya Today a Radio 4 a BBC re got, ji bo xwe bigihînin hîn bêhtir herêmên li Sûriyeyê danûstandin dewam dikin û ji bo hewldanên alîkariyê banga 'piştevaniyê' kir.

Wekîla HDP'î: Enqaz bêyî ku tespît bê kirin divê neyê rakirin.