Rojnamevan Kemal Reûf: Alîkariya xwe bidin destên pê bawer

Rojnamevan Kemal Raûf ê li Silêmaniyê alîkarî pêşkêşî xelkê mexdûr ên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê kir got: “Alîkariya xwe radestî destên pê bawer bikin, ji bo bigihêjin mexdûrên erdhejê.”

Li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û dîsa beşek Tirkiyeyê 6’ê Sibatê destê sibehê erdhejek bi pileya 7,6- 7,8 pêk hat. Heta niha bi hezaran welatî jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran jî di bin kavilan de li benda rizgarkirinê û dîsa derxistinê ne.

Piştî vê karesatê xelkê Başûrê Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê bûn seferber û dest bi kampanyayên cuda yên alîkariyê kirin. Heta niha li gelek deveran bê navber alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê tên komkirin.

Li ser bangên xelkên mexdûr û dîsa HDP’ê ku hikûmeta rejîma faşîst a AKP-MHP’ê dest datîne ser alîkariyê û alîkarî nagihêje mexdûrên erdhejê û taybet herêmên Kurd lê. Ev yek rê li ber fikr û dilgiraniya xelkê Başûr vekir.

Di vê çarçoveyê de Rojnamevan Kemal Reûf ku tevlî kampanyaya alîkariyê bû û daxwaz ji xelkê kir ku alîkariya xwe bidin kampanyayên cihê baweriyê ku ji bo raste rast bigihêjin mexdûrên erdhejê.

‘XEMA ME YEK E’

Rojnamevan Kemal Reûf bal kişand ser karesata erdhejê ya 6’ê Sibatê û got: “Mixabin karesata pêk hatî karesateke mezin a mirovî ye. Hejmara qurbaniyan ên tên ragihandin, daneyên rast nîne, hejmar zêdetir in. Dibe ev kampanyayên alîkariyê ku tên destpêkirin, têra wê yekê neke ku birînên qurbaniyên erdhejê bipêçe, ev du aliyê xwe hene; hem menewî û hem jî pêşwazîkirina hinek pêwîstiyên heyî ye. Li vê derê em bi vê yekê didin nîşandan ku xema me yek e. Em neteweyekin divê piştevaniya hev bikin û hevxemên hev bin.

‘KAMPANYA HANA YA GEL E; DESTÊ ALÎKARIYÊ XURTIR DIRÊJ BIKIN’

Reûf alîkariya xwe pêş kêş kir û destnîşan kir ku ji ber ku ew karesata çend rojên borî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê pêk hatî, dibe nebe karesata dawî, dibe karesatên siyasî û jenosîd li ser wan pêk bên. Rojnamevan Kemal Reûf diyar kir ku bi vê yekê dixwazin bidin nîşandan ku bi hev re ne, piştevanin û wiha domand: “Weke netewe û xelkê şiyar ên li vî welatî me kampanya da destpêkirin. Ez jî piştevaniya vê kampanya Hana dikim û kampanyayeke ji aliyên siyasî û partî cuda ye. Kampanyayeke ya gel e. Hêvîdarim ku xelk baştir û xurtir piştevanî bike û destê alîkariyê dirêjî mexdûrên erdhejê bikin.

‘ALÎKARIYÊ XWE RADESTÎ DESTÊ PÊ BAWER BIKIN’

Li ser astengî û rêgiriya alîkariyê ya ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve jî Rojnamevan Kemla Reûf ev nirxandin kir: “Divê alîkarî bê radestkirina destên pê bawer, ev kampanya serbixwe ye; ne li gel hikûmetê ye. Hikûmetên li herêmên ku karest lê qewimiye ne xemxwerê civakê ye. Dixwazin aloziyên xwe bi vê yekê binixûmînin. Ev kampanya raste rast têkilî bi xelkên mexdûrên erdhejê re ye heye, em dixwazin alîkariyên li vir hatine berhevkirin rast e rast bigihêje destê wan. Em dixwazin ev alîkarî bi destê xelkê bigihêje mexdûran ne ku bi destek din an jî lîstik li ser bê kirin.”