Ji bo mexdûrên erdhejê li kolanên Londonê alîkarî tê komkirin

Li Londonê rêxistinên çepgir ên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo pişgiriyê bidin mexdûrên erdhejê li stasyon, stadyûm, cadeyên navendî û kolanan alîkariyê kom dikin.

Ji bo bi milyonên kesên di erdheja li Kurdistan û Tirkiyeyê de mexdûr bûne, kampanyayên piştevaniyê didomin.

Weke Heyva-Sor, Federasyona Elewiyan a Îngilistan, Day-Mer, Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber (GÎK-DER), Kirkisrakyiyan û Alxasyiyan, bi piştevaniya rêxistinên Kurd, şoreşger, çepgir û Elewiyan bi taybetî bi piştevaniya ciwan û jinan, li çar aliyên Londonê alîkarî tê komkirin.

Heyva-Sor û Kurdistaniyan li ber Weqfa Re-Bûîld, stasyonên trenan û stadyûman stand danîn û ji bo pêçana birînên karesata erdhejê alîkarî kom dikin.

Hemû pêkhateyên Meclîsa Gelê Kurd piştgiriyê didin xebatên Heyva-Sor. Yek ji standên alîkarî beriya lîstoka futbolê ya Arsenal-Brentfordê ji aliyê Heyva-Sor û Weqfa Re-Bûîld ve li ber stadyûmê hat danîn.

Weqfa Re-Bûîld bi taybetî ji bo piştgirî dayîna jinûve avakirina bajarên Rojava, hatiye afirandin û li Rojava piştgirî dabû gelek projeyên bi serkeftî.

Federasyona Elewiyan a Îngilistan, Cemxane û Yekîtiya Jinên Elewî li bajêr ji bo mexdûrên erdhejê li aliyekê kampanyayê dimeşînin, li aliyê din jî li cadeyên sereke, stasyonan û qadên qelebalix bi qutiyên di destê xwe de alîkariyê kom dikin.

Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber ku parçeyek girîng a tevgera şorşgerên çepgir e û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) jî kampanyaya xwe hem li ser numareyên hesabê bankayê ya cuda û hem jî bi pêdiviyên esas ên weke kon, xurek û betenî didomînin.

Gîk-Der û SKB bi qutiyên alîkariyê dadikevin kolanan û kampanyayek cuda dimeşînin. Gîk-Der ji bo mezinkirina piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re, nameyên alîkariyê amade kir. Ev name bi zarfan re li dibistan, navend û qadên cuda hatin belavkirin.

Rêxistinên jin û ciwanan a Navenda Piştevaniya Kurd û Tirk (Day-Mer) bi qutiyên alîkariyê li gelek herêman alîkariyê kom dikin. Jin û ciwan alîkariyên ku kom kirine digihînin Kurd û Tirkiyeyê û banga mezinkirina piştevaniyê kirin.

Komeleyên Alxasî û Kirkisrakyiyan jî li bajêr bi qutiyên di destê xwe de, di nav wan saziyên ku alîkarî kom dikirin de bûn. Navenda Piştevaniya Alxasyiyan bi bernameya li ser hesabên medyaya dîjîtal pêk anî, heta niha zêdeyî 80 hezar pound kom kirin.

Li Londonê saziyên di nava Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk de, hewldanên ku li kolan, cade, stadyûm û stasyonan kirin, li hemû bajêr belav bûye. Ji derveyî saziyan jî gelek mirovên kar ên Kurdistanî jî tirên alîkariyê ku piranî xurek têde bûn, gihandin herêmên erdhejê.

Li Lîverpool, Manchester, Exeter û gelek bajarên din jî alîkarî tê komkirin.