'Asayîşa Silêmaniyeyê rê nade alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê bêne komkirin'

Hate ragihandin ku Asayîşa Silêmaniyeyê destûrê nade Xwebexşên kampanya Hana ya li Kargeha Cigare alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê yên Bakur û Rojavayê Kurdistanê kom bike.

Kampanya Hana ya bi însiyatîfa komek çalakger, siyasetmedar û xwebexşan pêktê, rojek piştî erdjeha Bakur û Rojavayê Kurdistanê ji bo di demeke kurt de hevkarî bigihînin mexdûran li navenda rewşenbîrî ya Cemal Îrfan ya Silêmaniyê kampanyayek ragihandibûn. Kampanya rastê eleqeyeke mezin a welatiyên Silêmaniyê dihat. Lê ji dûh ve asayîş bi bahaneya ku destûr ne hatiye girtin, astengî ji komkirina alîkariyê re derdixe.

Li gorî agahiyên rêkxerên kampanyaya Hana, wan îro serdana Parêzgeha Silêmaniyê kirine ji bo destûr bigirin û pirsgirêkê çareser bikin. Lê berê wan dane Qeymeqamtiya Silêmaniyê û qeymeqam jî amade nebûye bersiva wan bide.

Li gorî agahiyên rêkxerên kampanyaya Hana asayîş rê nade alîkarî bigihin kargeha Cigare û zext li wan dike ku dawî li komkirina alîkariyan bîne.

Rêkxerên kampanyaya Hana bang li hemû welatiyên Silêmaniyê, partî, rêxistinên sivîl û xêrxwazan dikin serdana Kargeha Cigare bikin û piştgirya xwe ya bi xebata wan re ragihînin, da ku dawî li astengiyan were anîn.

Rêkxerên kampanyayê ragihandin eger astengî li pêşiya komkirina alîkariyê berdewam bibe, ewê daxuyaniyekî bo çapemeniyê bidin û raya giştî derbarê mijarê de agahdar bikin.

Hêjayî bibîrxistinêye duh asayîşa Silêmaniyê 3 welatiyên Bakurê Kurdistanê yên belavok ji bo kampanya Hana li nava bazar belav dikirin destgîr kiribûn. Li gorî agahiyan her sê kes nîvê şevê hatin berdan.