'Enqaz bêyî tespîta erdhejê bê kirin divê neyê rakirin'

Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum diyar kir ku divê kavil bi vî rengî zû neyê rakirin û got, destpêkê divê cenaze ji binê kavilan bêne derxistin, piştre jî tespîta erdhejê were kirin.

Herdu erdhejên ku li Mereşê qewimîn şeş roj li pey xwe hiştin. Ji heyeta HDP'ê ya ku li Hatayê ye Parlamentera Stenbolê Zuleyha Gulum rewşa li wê derê ji ANF'ê re ragihand.

'MIROV ÊDÎ LI PEY DERXISTINA CENAZEYÊN XWE KETINE'

Zuleyha Gulum anî ziman ku li Hatayê di asteke bilind de hilweşandin çêbûye, karê rizgarkirinê jî gelekî bi derengî destpê kirin û got, "Li navenda Hatayê, li Samandag, Antakya, Defne û gelek deverên din avahî nemane ku mirov karibin bikevin hundir. Avahî hilneweşiya be jî xisareke giran lê bûye, lewma pirsgirêkeke cidî heye. Di binê kavilan de hîn mirov hene, lê belê ji ber ku ji destpêkê ve karê lêgerîn û rizgarkirinê têrker nîne, êdî dereng maye. Niha mirov li pey derxistina cenazeyên xwe ketine.

Bêguman di organîzasyona dewletê de pirsgirêk hene. Di ragihandinê de pirsgirêk nîne. Di vê mijarê de amadekariyeke bingehînî nehatiye kirin. Li balafirgehê pirsgirêk heye. Ji ber ku li ser xeta fayê hatiye çêkirin. Avahiya AFAD'ê, nexweşxane hilweşiya ye. Lewma di xizmetên wan de pirsgirêkek cidî heye. Mirovên ku xizmên xwe birine nexweşxaneyê piştre agahî jê wernegirtine, ji nexweşxaneyekê birine nexweşxaneyeke din lê belê qeyd nehatiye kirin, lewma mirov nikarin xizmên xwe bibînin. Miribin jî agahiyê nikarin jê werbigirin. Her wiha pirsgirêka derman jî heye."

'HEJMARA QURBANIYAN JI YÊN TÊNE EŞKEREKIRIN GELEKÎ ZÊDETIR E'

Parlamenter Zuleyha Gulum ragihand ku tevî van hemûyan jî piştevaniyeke xurt heye û destnîşan kir ku li Hatayê bi giranî hem partiya wan HDP hem jî rêxistinên şoreşger alîkariyê bi gel re dikin: "Ji derve piştgiriyeke xurt heye. Bi giranî mirovên dilxwaz tên. Ji çar aliyên Tirkiyeyê, ji Kurdistanê, ji derveyî welat alîkarî tên. Lewma piştevaniyeke xurt heye. Organîzasyona partiya me jî heye. Li gelek deveran niha hevalên me karê piştevaniyê dikin. Rêxistinên şoreşger, siyasetmedar hene. Ew jî li vir kampanyayên piştevaniyê dewam dikin.

Ev tablo girîng e, lê belê ya ku divê bi esasî bê kirin avakirina mekanîzmayê ye. Ji ber ku ev nîne û amadekarî nehatiye kirin, qurbanî gelekî zêde ye. Hejmara qurbaniyan ji yên têne eşkerekirin gelekî zêdetir e. Ji ber ku dema mirov bala xwe dide ser hejmara ku dewlet eşkere dike û hejmara giştî ya li vê derê, hingî hev nagirin, cudahiyeke cidî di navber de heye."

'DIVÊ DESTPÊKÊ CENAZE BÊNE DERXISTIN'

Hiqûqnas ji bo tespîtê bang dikin ku enqaz niha neyên rakirin. Zuleyha Gulum ku bi xwe jî parêzer e li ser mijarê wiha axivî: "Me li gelek deveran dît, hewl didin ku enqazê bi temamî rakin. Ev yek ji du aliyan ve bi pirsgirêk e, beriya derxistina cenazeyan rakirina enqazê tê wateya tunekirina cenaze. Eger li vê derê cenazeyek hebe divê nasnameya xwe bê tespîtkirin. Rakirina enqazê wê tespîtkirina vê yekê gelekî zehmet bike.

Ya duyemîn jî divê tespît têkildarî avahiyan bê kirin. Ji ber ku xisar li van avahiyan bû û berpirsyarên van hene. Lê belê ji bo lêpirsîn karibe bê meşandin divê tespît li van avahiyan bibe û mînak bên wergirtin. Divê wêneyên avahiyan bêne kişandin, tespîta rewşê bê kirin. Eger enqaz ji niha ve bê rakirin, wê zehmet be ku ev yek bê kirin. Lewma dema bê wê pirsgirêkan biafirîne."