31'ê Tebaxê boneyeke neteweyî ye

Ji ber şerê navxweyî, avasaziya siyasî û îdarî ya Kurd lekedar tê dîtin. Ev jî dike ku bê pêşniyarkirin ku roja 31'ê Tebaxê wek xiyeneta neteweyî bê hesibandin û bibe rojeke taybet û bê bibîranîn.

31'Ê TEBAXÊ

Di şerê navxweyî de zêdetirî 36 hezar pêşmerge û welatî hatin kuştin û windakirin. Pêşniyar ew e ku li hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê peykerên şermezariyê bên çêkirin û her sal 31'ê Tebaxê wek boneyeke neteweyî bê bibîranîn.

Piştî bûyera 31'ê Tebaxê, ez wek rojnamegerekî serbixwe çend salan carê vê rojê bi bîr tînim, "ji ber ku êşek e ku nayê jibîrkirin". Ji ber ku bi qasî ku Kurdan di nav du salan de bi xwe kir, dijminan nekarîbû ew qas zêde li hember gelê Kurd qetlîamê bikin, ku tê de xelkê sivîl û pêşmergeyên têkoşer ên xapandî ji bo berjewendiyên partiyan û milmilaneyên meqam û dagirkirina dahatên sererdî û binerdî yên herêmê hatin kuştin.

Desthilatdarên Herêma Kurdistanê wan hemû boneyên neteweyî û ziyanên ku bi ser gelê me de hatine, bi bîr tînin. 31'ê Tebaxê û şerê navxweyî jî beşek ji wan karesatan e ku di serdema Bees û dîktatorên borî de qewimiye. Divê 31'ê Tebaxê bibe rojeke taybet û bê cudahî bê bibîranîn.

Em bi hev re beşdarî vê bibîranîna neteweyî bibin, ji ber ku 31'ê Tebaxê bibîranîneke karesatbar e. Diviya wekî Helebce û Enfal û wêrankirina pênc hezar gundan bihata bibîranîn. Tê pêşniyarkirin ku her sal sê rojên dawiya hefteyê ya meha tebaxê bibin betlaneya fermî li Herêma Kurdistanê û roja şîna giştî.

Aliyên Başûr di salekê de bi dehan boneyên neteweyî û kesayetiyan dikin milkên xwe û bi dahatên giştî wan bi bîr tînin. Her boneyek ku ziyanê bigihîne meqam û kesayetiya wan û daxwaz û xwestekên wan li ser tune be, amaje pê nakin. 31'ê Tebaxê jî boneyeke neteweyî ye û bi hezaran şoreşger û pêşmergeyên canfeda tê de bûne qurbanî. Diviyabû li hemû bajar û bajarokan peykerên şermezariyê bihatina çêkirin û her sal perdeya reş a şermezariyê bihata rakirin û failên wan di çi ast û post û berpirsiyariyê de bûna, bihatina cezakirin.

Di 31'ê Tebaxê de PDK'ê serkeftina şerê birakujiyê ragihand û li malên xwe bi boneya serkeftina partiya xwe bi piştgiriya Beesê aheng û şahî li dar xistin. Di 31'ê Tebaxê de ji bilî ziyanên canî, hemû kargeh hatin talankirin û bi dahatên wê alîkariya madî dan hêzên leşkerî yên Beesê.

Divê welatî bi komî zextê bixin ser civaka sivîl da ku 31'ê Tebaxê jî wek her rojeke din a reş ku bi ser gelê me de hatiye, bi fermî bê naskirin û bê bibîranîn.

Ji ber siyaseta çewt û milmilaneyên aliyên Başûr, em berdewam di şerê navxweyî de ne. Cîhana gendeliyê ku bûye sedema avakirina qeyrana civakî, roj tune ye ku bi dehan xelkê vî welatî ber bi mirinê nebe. Ev êşa ku îro di civaka me de diqewime û her roj em bi awayekî wêneyên gelek kuştî û koçberên xeniqî dibînin, berpirsyariya wê di stûyê desthilatê de ye. Heta ku serkirdeyên şer li ser desthilatê bin, mirin dê her roj berê xwe bide deriyê mala me û bi komî ciwanên me ji nav bibe.

Pêwîst e 31'ê Tebaxê bibe boneyek da ku her du aliyên desthilatdar li xwe vegerin û ev bibîranîn bibe asteng ji bo dubarenebûna wî şerê xwînî yê ku zêdetirî 36 hezar mirovên bêguneh tê de hatin kuştin û windakirin. Piştî bûyerên şerê birakujiyê û lihevhatina PDK û YNK'ê li Washingtonê, herêmeke bi tevahî nedemokratîk û hikûmeteke netendurist çêbû ku mafên takekesan qedexe dikin.

Ji ber cudahiya xizmetguzariyên navçeyên di bin desthilata PDK û YNK'ê de û milmilaneyên siyasî, mirov hest pê dike ku em hîna di şerê navxweyî de ne. Heta niha gelek ji dîlên şerê navxweyî di zîndanan de ne yan winda ne. Her sal di dawiya meha tebaxê de birîna malbatan dubare dibe û ev karesat tê bibîranîn.

Şerê çekdarî ji 1994‘an heta 1997'an di navbera PDK û YNK'ê de qewimî û bû sedema derbeyeke dijminane ya xurt li civaka başûrê Kurdistanê. Di şerê navxweyî de bi tevahî zêdetirî 36 hezar welatî hatin kuştin û windakirin.

Peymana aştiyê ya Washingtonê di 17'ê Îlona 1998'an de bi amadebûna wezîra derve ya Amerîkayê Madeleine Albright di navbera Celal Talebanî û Mesûd Barzanî de hat îmzekirin û dawî lê hat. Lê êş hîna jî nehatine dermankirin, bi dehan dayik hîna li benda kur û hevjînên xwe ne da ku bi dîtina wan şa bibin.

Ji ber şerê navxweyî, avasaziya siyasî û îdarî ya Kurd lekedar tê dîtin. Ev jî dike ku bê pêşniyarkirin ku roja 31'ê Tebaxê wek xiyeneta neteweyî bê hesibandin û bibe rojeke taybet û bê bibîranîn.