Rewşa girtiyên nexweş Kaya û Tuzun giran e

Di çalakiyên li Enqere û Stenbolê de hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Omer Kaya û Îsmaîl Tuzun, giran e û peyama “divê girtiyên nexweş bên berdan” hate dayîn.

GIRTIYÊN NEXWEŞ

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 523’yemîn de hatin ba hev û daxuyaniya çapemeniyê da. Vê hefteyê qala rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Omer Kaya yê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin hate kirin.

Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen a di daxuyaniya li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hate kirin de axivî, da zanîn ku li girtîgehan 651 jê giran herî kêm hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Çevîrmen, bal kişand ku di nava girtiyên nexweş de nexweşên ku nexweşiyên kronik, kezeb, dil û penceşêrê, heta girtiyên pîr ku nikarin bi tena serê xwe bijîn hene lê bi israr nayên berdan.

Çevîrmen, da zanîn ku qasî ku tespîtkirine ji serê sala 2024’an ve herî kêm 23 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane û wiha berdewam kir: “Herî dawî Abdûlmelîk Okyay ê ku li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê dihat girtin, roja ku da bê berdan li girtîgehê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.”

Çevîrmen, pişt re derbarê girtiyê nexweş Omer Kaya de hin agahî parvekirin û da zanîn ku Kaya ji ber pêkanîn cihekar ên li nexweşxaneyê nekarî were dermankirin. Çevîrmen, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nexweşiyên wî yên mayînde hene. Nexweşê dil û tansiyona bilind e. Nexweşiya wî ya vertîgoyê heye. Dîsa li çokên wî av kom dibe. Nexweşiyên wî yên fitika piştê û stû heye. Ev nexweşî wî aciz dikin.” Çevîrmen, da zanîn ku Kaya ji ber îşkenceyên ku di salên 1990’an de dîtine destê wî yê rastê seqet maye û ev tişt gotin: “Raporên hemû nexweşiyên wî hene û divê ji bo van her tim dermanan bi kar bîne. Tevî ku ji berdana wî re 9 meh mane jî ne sewqkirina wî ya girtîgehên navçeyan û girtîgehên vekirî tê kirin ne jî mafên wî yên berdana bi şertê kontrola edlî tên bikaranîn.

Rewşa Omer Kaya yê nexweşê giran e birîsk e û îhtîmala ku krîzê derbas bike bilind e. Divê ewilî astengiyên li pêş dermankirina Omer Kaya bên rakirin, pêkanîn cihekar ên li nexweşxaneyê bên bidawîkirin. Divê berdana wî ya bi şertê kontrola edlî were pêkanîn û ji bo dermankirina wî ya di şertên baş de ya li derve li cem malbata wî hewldanên pêwîst bên kirin.”

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê çalakiya xwe ya 651’emîn li pêşiya avahiyê xwe yê komeleyê yê li Beyoglûyê li dar xist. Di çalakiya vê hevdteyê de parastvanên mafên mirovan bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Îsmaîl Tuzun ê di Girtgîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê de tê ragirtin. Di çalakiyê de pankartên “Dermankirin maf e nayê astengkirin” û “Girtiyê nexweş ÎsmaÎl Tuzun bila were berdan” hatin vekirin û diruşmên “Bila girtiyên nexweş werin berdan” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. Gelek parastvanên mafan tevlî daxuyaniyê bûn.

Endama Komîsyona Girtîgehê a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Meryem Bars anî ziman ku binpêkirina mafên ên girtîgehan hemû girtiyan mexdûr dike û da zanîn ku sepanên “cihêkar û dijminane” li girtiyên siyasî tên sepandin. Bars da zanîn ku ji ji ber di Girtîgeha Kurkçulerê de lêgerîna nava dev didin ferzkirin,girtî nikarin biçin nexweşxaneyê.

Di daxuyaniyê de Bars rewşa tenduristî ya Îsmaîl Tuzun ê ev 21 sal in di girtîgehê de tê ragirtin û wiha got: “Girtî Îsmaîl Tuzun tevî birînên xwe yên ji ber guleyên çekê, gelek perçeyên şarapnelê di laşê wî de hene, pisgirêka wî ya xewê, kîs, made û ûr hene. Di meş û xwarina girtîgehê de zehmetiyê dikişîne. Ji ber di girtîgehê de nayê dermankirin û nikare pêdiviyên xwe bi tena serê xwe çareser bike mûhtacî lênêrînê ye. Tevî vê rewşê bi tena serê xwe tê ragirtin.”

Bars da zanîn ku ji ber Tuzun ê di têketina girtîgehê de lêgerîna nava dev qebûl nekiriye îşkence lê hatiye kirin û wiha pê de çû: “Tevî hemû helwdana xwe wî dernexistine revîrê. Ji roja hatiye girtin heya niha tu tetkîk û karêbarên dermankirina wî rêk û pêk nehatine kirin. Lewma rewşa wî ya tenduristî her ku diçe girantir dibe. Nikare bimeşe jî.”

Bars bi bîr xist ku Tuzun ji sala 2003’yan ber bi îro ve girtî ye, dermankirina wî tê astengkirin û wiha derbirî: “Em ji bo girtiyê nexweş ê giran Îsmalîl Tuzun û hemû girtiyên nexweş werin berdan û mafên wan ê jiyanê were parastin banga hestiyariyê ji rayedar û raya giştî dikin.”  

Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.